Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
pedagojîya kurdî

pedagojîya kurdî

3.

Zarok û Çîrok ji alîyê Remezan pertev ve hatîye nivîsandin. "zarok û çîrok" ji bo kesên ku pêşveçûna qada pedagojîya kurdî ji xwe re kirîye xem, dermanek xweş e.



Ramazan Pertev û “ Zarok û Çîrok”



Pedagogê Kurd Ramazan Pertev, ji bo dê û bavan kitêbek nivîsandîye. Kitêba destpêka Pedagojîya Kurdî rastê eleqeyek mezin tê. Me jî bi ji bo gohdarên Dengê Amerîkayê li ser kitêba Zarok û Çîrok û li ser xebatên wî bi Ramazan Pertev re hevpeyvînek çêkir.



Birêz Pertev dibêje jiber ku bi Kurdî perwerde nîn e, dema ku yek dest davêje nivîsa Kurdî berê xwe dike gelek waran û dide zanîn ku di ber pedagojîyê de eleqeya wî li ser wêjeyê jî heye.



Ramazan Pertev dibêje “ Ji ber ku warê pedagojîyê him xalî ye him jî kal e ez dixwazim berê xwe bidim pedagojîyê. Heta neha kêm tişt hatine kirin hewceye ku di vî warî da bi zimanê kurdî gelek xebat di ser da werin kirin, kitêba “ Zarok û Çîrok” jî di vî warî da, ji xebatên ewil yên ku bi kurmancî hatine kirinê ye.



Ramazan Pertev dibêje dema ku dest bi xebatên pedagojîyê kiriye, di pratîkê da rastê hin pirsgirêkan hatiye. Pertev dibêje “dema ku zarokek hat, lazime ku wî/wê di hin tehlîlên/ testên aqil û psîkoljik de derbas bikin da ku bizanin ev zarok di çi astî da ye.” Ramazan Pertev dide zanîn ku ew pisporên ku ne kurd bûn an ên ku kurdî nizanibûn, testên bi zimanê tirkî bi zarokan didan kirin û digotin sevîya zekaya zarokan di bin normalê da ye. Pertev dibêje “lê eşkereye ku zarok ne di bin normalê da ne, bela ku zimanê tirkî baş nizanin, ji testan jî tênedigîştin.” Birêz Pertev dibêje dema ku wî bi malbatên zarokan re jî sohbet kirîye dibîne ku di lîteraturê da jî kêmasîyek heye, jiber vê yekê fêm kirîye lazime ku di vî warî da xebat werin kirin. Ramazan Pertev dide zanîn ku termên lîteratura pedagojîyê lazime ku bi kurdî were bikar anîn ji ber ku dema ku bi zimanê kolan û bazarê bi malbatan re were axaftin ew dibe şîret, nabe şêwirmendî. Li ser van pêwistîyan hizra amadekirina kitêba pedagojîya kurdî çêdibe û ev kitêb derdikeve holê.



Kitêb ji du beşan pêk tê lê birêz Pertev dibêje ku ev herdû beş lazim e ku bibûna du kitêb lê bela ku wî kitêbe weke destpirtûk amade kiriye, her dû kitêban kirîye yek û wusa daye çapê. Beşa yekem bi giştî ye û behsa qanûnên pedagojîyê dike. Ji pitikayî destpêdike heta zarokatîya dawî. Ev beş giştî ji bo tevekî zarokan e. Beşa du ya kitêbê, çavkanîya xwe ji zargotinîya kurdîyê girtîye. .Ramazan Pertev dibêje “ev beş jî tesîra zargotina kurdî li ser perwerdeyên zarokên kurdan pêk tê. Min di vir da hewil daye ku ez bi dê û bavan bidim zanîn ku di rakirina zarokan de gelo çîrok çiqas bi qîmet in.” Ramazan Pertev di vê beşê da li ser çend çîrokên klasîk ên kurdî tehlîlên pedagojîk kirîye. Herwiha weke nimûne di kitêbêda cîh daye Destana Mem û Zînê, Efsaneya Newrozê, Fablên weke Şengê û Pengê, Nimûneyên Çîrokani Lêhatinok û zûgotinok, Tiştanok û Mamik in.



Pertev ji bo vê beşê şevbêrkên kurdan bibîr dixe û dibêje “li Kurdîstanê, bi taybetî li gundan şevbêrk hene. Malbat, zar û zêç tevde, hew tedî yekî behsa çîroka cin û pîrebokan kir. Li wir zarokên sê salî, pênc salî jî hene ku ev çeşîd çîrok li ser tevekî jîyana zarokan bandorên neyênî dihêle, êdî heta hebe ew zarok dibe yekî tirsonek û jixwe bêbawer.” Ramzan Pertev dide zanîn ku xwestîye di vê beşê da balê bikşîne ser vê meseleyê û rê nîşan bide ka kîjan çîrok di navbera kîjan salan de ji zarokan tê vegotin.



Remezan Pertev weha dewam dike “ ez jî dinêrim ku li Kurdîstanê “ Du Niv Ziman" * heye, him ji bo zarokên Kurd him jî ji bo mezinan, yanî em dikarin bêjin ku ev rewş, têgihîştina zimanê tevlî hev e li Kurdîstanê.” Ramazan Pertev destnîşan dike ku jiber ku pişaftineke pir xerab li ser zimanê kurdî pêk hatîye nexasim zarokên Kurd him zimanê kurdî him jî zimanê Tirkî bi 200-300 peyvan diaxivin, yanî her dû zimanan jî tam nizanin. Birêz Pertev dibêje ku asîmîlasyon nehîştîyekî zarok zimanekî tam hînbibe û weha dewam dike “ yanî îro zarokên kurd ên li Kurdîstanê mezin bûne ji herdû zimanan jî mehrûm mane. Ev xerabîyeke binavkirî ye.” Ramzan Pertev dibêje ku bi halê vî zimanî şaheserên mezin jî dernakevin û axaftina xwe weha bidawî dike “ji bo berhemên mezin werin afirandin lezime ku heta rehê wê zimanê mirov hakim wî zimanî be, gelo ger tu hakimê wî zimanî nebî tuyê çawa dikaribî bi wî zimanî berhemên baş biafirîni, bi zimanekî nîvçe çawa berhemên baş dê werin afirandin?”



Ramazan Pertev ji Dîyarbekirê ye. 1994’an de Zankoya Marmarayê, ji beşa Şêwirmendîya Psîkolojîk ( Pedagojî)’ê mezûn bûye. Neha him karê xwe dike him jî li Zankoya Artûkluyê, li ser Ziman û Wêjeya Kurdî mastirê dike. Birêz Pertev, bilî kitêba Zarok û Çîrok romaneka kurdî jî nivîsandiûe. Li ser wêjeya klasik a kurdî jî çend berhemên nivîskar hene.





Çavkanî ji malpera dengê amerîka yê , Here lînkê



27.04.2016 11:27 ~11:35 | azad30

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» pedagojîya kurdî
» kurdî zimanekî helbestî ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî