Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 27 peyam
nimêja dirêj

nimêja dirêj

2. Piştî nimêja şevê ango nivêja eşayê hetanî çaxa limêja şeveqê navê nimêjên ku dihê kirin nimeja qiyamê ye. Bi erebî ye, dibêjin salat-ul qiyam. Yanê nimeja zêde li ser piyan tê kirin. Kiyam dirêje, rikû dirêje, sicde dirêje. Suretên dirêj tê xwendin, diayên dirêj dihê kirin, nav û kesayatiya xwedê pir û dirêj tê girisandin. Ango bi kurtebirî limêjek hêdî, dirêj, watedar û nirxdar e. Navê vê nimêjê wek nimeja şevê, nimêja tesbîhê, nimêja dirêj, nimêja remezanê, nimeja terawîhê û wekî wan bi dehan navan hatiye bi nav kirin.

Pêxamberê me salat û selam li ser wî bê hezretî muhammed vê nimêjê her roj dikir. Carinan kêm, carinan zehf dikir lê belê her roj dikir. Meha remezanê çiqas nêzik dibû hêj bêhtir dikir. Di meha remezanê de êdî digihişt pileyeke bilind. Di nav meha remezanê jî di deh rojên dawî yê vê mehê de hema hema hîç vala nedisekinî heta çaxa nimêja şeveqê ibadet dikir. Heta dema nimêja şeveqê ew qas nêzik dibû ku du rikat hil nedibû ango tê de cih nedibû. Wê gavê jî rekatekî tenê dikir û silav dida. Ew nimêj jî wek nimêja fitrê, bi tirkî vitir namazı tê zanîn. Wisa nav danîne. Fitr, wîtr, wetr bi erebî tê wateya tenê yek, ji yekê ne zêdetir, ne cot, kit. Di remezanê de ji bo feqîran fitre jî divê em bidin. Ew jî jixwe bi navê wê diyar dibe ku careke tenê tê dayîn.

Nimêjekî neferz e, lê belê zehf grîng e ku pêxemberê me her car kiriye û nirxekî bilid daye vê nimêjê. Ji ber ku qur'an ne pirtûkeke pênasê ye yanî ne pirtûkeke terîf kirinê ye ewan di qur'ana kerîmê de nayê pênas kirin. Destûr quran, embaz pêxamberman e. Ewletiya xwe ji xwedayê xwe re û pêxamberên xwe re bînin, ji wan re bawer bikin, îtaetê bikin. Ya rast ev e.



13.05.2017 19:37 ~19:47 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin? Ez...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
orşîektomî [1]
bi neştergerîyê jêhilanîna testîsan e. ger her du testîs jî bên jêhila...
torsiyona testîsan [1]
ew rewşe ye ko gunik li dora xwe dizîvire û korda spermatîk di...
torsiyona testîsan [1]
Li skrotuma nexweş şewt û jana ku nexweş nikare xwe li berê bigire pey...
belki ev jî bala te bikişînin
» nimêja înê
» dirêjkirina por

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî