Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 17 peyam
gindirandinên kurdî

gindirandinên kurdî

1. Gindirandin ango zûgotinok.
Dema em biçûk bûn carinan bav û ap û xalên me ji me re digotin verin em listikek bileyzin. Gelek xweşiya me diçû. Em zarok ji piçûk hetanî ya mezin tev kom dibûn. Digotin her kes bi rêzê ev gindirandinê bêjê, ka meyzênin kî dikarê rast bêjê, kî her car şaş dikê. Zûgotinok jî ev bû;
Sêv gundirê mi sêv xwar,
Gû gundirê mi sêv xwar.
Lê baldikişandin ku hêdî hêdî gotin qedexeye. Ê ku hêdîka digotin em tev de digotin tu tirsonekî. Vê demê hîç kesek nikaribû bi hêdika bêjê vê gindirandinê. Ê ku giran giran digotin yan jî gêr nedikirin ji leyistikê hatibû derxistin.

Bi kurtî, em carinan nedikarin bêjin gû gundirê mi sêv xwar. Bêhemdî digotin gû gundirê mi gû xwar. A rast min jî pirî caran gû dixwar : ). Mezinên me û em zarok tev de bi kena dimirîbûn.

Carinan jî zarok dihatin digotin ezê tiştek ji te bêjim tu jî çend care dubare bikî erê? Me jî digot erê, ka bêje.
Digot tu çendcare bêjê lekimezçê.
Em jî digot.
Gava sê çar cara digot û em fêm dikir ku em dibêjin ez çêlek im. Pê re baz didan pey henekbaza.

Carinan me gû jî dixwar lê zarokî dîsa jî xweş bû bi xwedê.



14.05.2017 19:00 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
zwilling [1]
peyveke almanî ye. wateya wê cêwî ye. herweha navê markaye...
epîdîdîmît [1]
Epîdîdîmît ji ber enfeksiyon an sedemine din înflamasyona epîdîdîmîsê ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
delîl Dîlanar-medîna min

(stur: Delîl...
tirşik forûm [1]
Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin? Ez...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gindirandinên kurdî
» kurdîesk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî