5. Helbet spasiya xwedê ne weke spasiya ku ji yekî re tên kirin e. Herwiha hiskirina xwedê jî ne weke hiskirina mirovan e. Dîsa îtaeta ku insan ji xwedayê xwe re dike ne weke îtaet kirina tiştên din (mînak îtaeta dêbavan) e.
Pênas û çawaniya peyvan li gorî ku kî tê bi kar anîn diguhure. Di her zimanan de wiha ye. Wateyên peyvan li gorî kesayetiya ku ewan peyvan nîşan dikin re wek rasterast têkildar e. Mînak;
Mirovek kesekî re neheqiyeke bike ev ji bo însanê kû neheqî kiriye re dibêjin nebaş e.
Mirovek ji deh kesan re tade bike dibêjin ev meriv insanekî pir xirab e. Ji wan dûr bikevin.
Mirov eger bi hezar kesan re zilm çêbike ev dibê zalim.
Herwisa heke insan heqê xwedayê xwe teslîmî xwedayê xwe neke ev insan dibe zalimên herî mezin û mişrîk...
Binêrin hemû jî neheqî ye lê bi kî/çî re têkildar e li gorî wî wate diguherê, guneh mezin dibê. Kiryar bi temamî çawaniyeke cuda li xwe dike.
Dîsa yekî tajangek bibîne ev tişteke nebaş e. Ew qebûl nake herhal.
Heqeretek ji dê û bavên yekî re werê kirin ev rewşeke girane. Kesayetiya dê û bavê yekî ji yekî girîng e û temsîlî tevahiya malbatê dikin. Ev nayê bê seza hiştin.
Heqeretek yan jî neheqiyek serokê gelê yekî werê kirin ew heqeret kirina, zilm kirina hemû gelê ye. Dîsa têkildarê şexsiyet derket holê.
Heqeret ji pêxemberan re werê kirin, wey yabo! Ew heqereta ku bi tevahiya mirova, nirx û rûmeta mirova hatiye kirin e. Ev nayê vegotin. Nikarim.
Heqeretek ji xwedê re werê kirin, êdî peyv tune, hîç nikarim bi peyvekekê re rave bikim.
Kesayetî çiqas bilind dibe maneya peyvên bi kar hatî û kiryarên çêkirî jî bilind û girîng dibê û diguherê.
Peyva spas jî wisa ye. Ya girîng ji bo kî/çî tê bikar anîn e.
|