Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 16 peyam
dayikên şemiyê - tirşik
dayikên şemiyê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 27ê gulanê
Sal 1995
Komek li qada galatasarayê diciviya, xûyabû ku ê çalakiyek destpê bike

Ên di komê de bûn xemgîn bûn. Ji rûyê wan, ji sekna wan, ji dengê wan diyar bû ku ew kes dilşewêt in

Dilên wayî bi kul û keder êdî can û rihên wan ewqas givaştibû ku nikarîbûn îdare bikin, divabû ya di dil de bibêjin, biqîrin. Lê tenê ne ji hev re, ji derdora xwe re...
Dixwestin ji her kesî re bibêjin ka çi ye ew kul û kedera di dilê wan de

Pêşî haya kesî tunebû ji wan ji çalakiya wan. Li kolana îstîklalê di nav ewqas tiştî de ma xema kê bûn!

Hefteyek, du hefte, sê hefte, çar,......, du sed

Êdî bala mirovan li ser wan bû. Ew kî ne, derdê wan çi ye, qala çi dikin? Hè lêhî ranebûbû erê, lê dilopan destpê kiribû.

Du sed, sê sed, çar sed,......, heft sed

Ew îrade û sebra bêhempa dengê wan gihandibû her deverê. Kul û kedera wan eşkere bûbû. Ev sekna wan xwe li qolan,bajar û welatan negirtibû gihîştibû heya plaza del mayo'yè ku li wir jî yên ku diqîriyan hebûn.
Dilop geş û xurt bûbûn, lehì rabûbû û li her deverê digeriya. Êdî kes nikaribû ji wan bêhay bimîne.

Heşt sed, neh sed...

Mixabin wek di her têkoşînê de bûbû, vê têkoşînê jî bi xwe re tehde û zilmê anîtibû. Desthilatdar nedixwest ev çalakî bidome. Dilopên heqîqetê hindik hindik destpê kiribûn lê niha geş bûbûn. Asasê desthilatdar roj bi roj qels dibû.

Komê tu carî serî netewand zilm û zordarî hebe jî
Komê qet qebûl nekir ku ji dev têkoşînê berde
Tenè carekê navber bide jî bi awayekî geştir vegeriya
Ma kê dizanibû ew vekişîn ê asta hêza wan bilindtir bike.

Ew koma ku wek dilopekê destpê kiribû niha xwe kar dike ku vê şemîyê civîna xweyî 1000. Li dar bixe. Koma ku ji dayikên dilşewêt, ji xeyalên windabûyî, ji jiyanên tarîkirî, ji miriyên bêgor mayî, ji çûyînê bêveger pêk hatî ew ê bibe cara hezaremîn ku ê bicive.

Hezar

Gotin,nivîsîn û xwendin rehet e lê hezar car

Hezar carî we ji axê bixwesta niha hestûyan li we vegerandibû
Hezar carî we ji asîman re qîrîn bikira niha giyanan ji we re şandibû
Hezar carî we ji tîrêjên rojê bipirsiya niha rêyekê li ber ve xistibû
Hezar carî we ji şeytên hesab bipirsiya niha tobe kiribû



7 roj berê 10:20 | çaya germ

2. sibe, di roja şemiyê ya 25ê gulana 2024an de, dayikên me dê cara hezaremîn bicivin.

roja borî ez û hevalên xwe em çûn pêşangeh û konserteke li taksîmê. çalakî ji bo dayikên şemiyê hatibû amadekirin û lidarxistin. îca hevalê hevalê min jî hatibû ku yekî fransî bû û haya wî qet ji rewşa kurdan tune bû. ji aliyê diya xwe ve baskî bû. min jî beriya berî qala hevpariyên kurd û baskan kirin. û paşî me meseleyê anî li ser dayikên şemiyê û kuştinên faîlî meçhûl.

dîsa dilê min bi xem û keser têjî bû. dawiya suhbetê êdî min nekarî qal bikira, ji ber ku heta tê bîra min, em hertim hewl didin kesên ne ji me ne serwext bikin di derheqê dîroka me, rewşa me, êşûkeserên me, mirinên me de. bi hêvîya ku ew me fêm bikin û piçikekî jî be piştgirî bidin me. min xwe wisa neçar, asêmayî hîs kir ku êdî min nexwest zêdetir behs bikim. ji zûde ye jî di vê rewşa derûnî de me jixwe.



5 roj berê 19:55 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
zaningeha amedê [1]
Zanîngeha ku di bin banê zanîngeha enqereyê de bi vebûna beşa xwe ya t...
zaningeha amedê [1]
zanîngeha dîcleyê Li gor agahiya îroj Beşa Ziman û Edebîya...
game of thrones kurdî [4]
derket..
Game of Thrones Kurdistan - Demsal 6 - Danasîna 2.emîn...
zaningeha amedê [1]
Di zanîngeha dêrsimê de jî beşa (vbnr: ziman û edebiyata kurdî...
ziman û edebiyata kurdî [1]
Li van zanîngehan perwerdeya ziman û edebiyata kurdî tê dayîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» dayikên şemiyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan calaki yendin jiyan calaki yendin jiyan calaki yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî