42. min ferq nekir kêngî kurmanciya xwe ewqas pêşve bir û kir rewantir. lê bi xwudê ji du sê tirşikvanan yek jê ev e ku teqez her peyemake wî dixwînim. ligel kurmanciya xwe ya xweşik bi dagirtî û têr û tijî dinivîse. bil neçe haa* |
|
01.07.2016 13:14 |
ferhenga şikestî
![]() |
43. yek jê nivîskarê jêhatî û baqil ê tirşikê ye, hemî entryên wî ji jêderkeke xurt diherike yanî tew tiştê ku baş zane dinivîse loma gelek pêdivî pê heye |
|
05.01.2017 14:26 |
ferhenga şikestî
![]() |
46. ji nîvê zêdetir peyamên xwe jêbirine. ez fêm nakim armanca wan çi ye? ev, rasteqîn, elegez.. |
|
05.12.2017 10:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
48. Di rûpela wêne ya tirsik.netê de ji bo nivîskaran tirşikê kart çêkiriye Here lînkê texmîn dikim ji bo sersala 2018 an e, spas birako, destên te sax be. |
|
22.12.2017 17:11 |
mîr
![]() |
49. @mîr qismet nebû, li tirşikê qala wan qertan bikim. him ji bo sersalê min ew çêkirin, tirşikvan dikarin çap bikin û dînin ser maseyên xwe weke diyariya tirşikê û him jî min xwest ku heke yekî rabe û bixwaze danasîna tirsikê bike, bira di tirşikê de malzeme hebin. qertan li gorî instagramê ye, lê helbet hun dikarin li facebook û twitter û tumblr ûpinterest û qizzulqurtên din biweşînin*. |
|
22.12.2017 21:21 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
50. Nivîskarê ku demeke dirêj e xuya nake, ye. Rastî jî nivîsên wî kêyf û seyr bûn. Carna dikevim profîla wî û peyamên wî yên kevin dixwunim. Hêvì dikim demek kin de dîsa vegere û li vir binivîse. |
|
04.11.2018 12:18 |
xelîl
![]() |
52. van demên dawî xwe wekî mîlîtanek standarda kurdî ya celadet alî bedirxan dihisim. li bin sernivîsa rêbera rastnivîsînê tê dîtin. hemû dijberên vê rêberê dişopînim, dixwînim û dibînim ku komxebat di nav şaşî û xeletî û çewtî de avjeniyê dike, tu tehemula min bo alîgir, şopger û muxellîdên wan namîne/nema. hemû bi hemd an bêhmdê xwe zimanê kurdî xira dikin, edetên heyî yên 70-80 salî serûbin dikin, wêran dikin û ber çavên min ferqa wan ên ku qeîdeyên komxebata kurmancîyê ya derewîn disepînin (hele li vê navê ecêb binerin û qaşozimannas ev nav lê kirine!) û hêzên asîmîleker tune ye: kirinên her du jî xirakirina kurdî ye! bi çi nêt û armanc û xeyal tev bidin, di encamê de kurdî diavêjin nav qaosek! |
|
22.02.2020 11:57 ~11:58 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
53. nivîskara ku tiştên pirr bi kûrr dinvîse , min hê fêhm nekir ev mîjar derbarê çi de ne :@ |
|
04.04.2020 20:53 ~20:53 |
brzn
![]() |
54. Nivîskaraê ku dikare tev li koma wergera fîlman ya tirşikê bibe û fîlmên hayao miyazaki wergerîne. Weke mînak, tottoro tottoooro |
|
05.04.2020 00:21 |
mergehez
![]() |
55. Carinan dikim ji hine peyamên wî ra sê çepikan tev bidim lê hişyarî dertê li pêşiya min * bi çepikekî va dilê min rihet nabe * jbk ewqas kêfa min ji wan entryên wî ra tê... |
|
05.04.2020 01:57 |
bûtîmar
![]() |
56. zû de bû nedinivîsand. pirr kêfxweş bûm ku hatiye û bi mijar û entryên xwe yên balkêş û dirêj tirşikê dîsa coş kiriye. |
|
05.04.2020 02:33 |
xelîl
![]() |
57. @brzn, derheqê ontolojiyê ne, lê bawer im di nav peyamên min ên do de ya herî tevlihev, belkî ya xwedê be. xwedê ji te jî razî be ^.^ |
|
05.04.2020 12:19 ~12:21 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
58. tirşikvanê ku bi xeletî reşik daye peyama min a li derheqê xwe da : ) erê bira, |
|
05.04.2020 17:49 |
bûtîmar
![]() |
59. nivîskarekî hêja ye. Min bi binnivîsên wî yên ji bo koma wergera fîlman ya tirşikê ku amade dike, min navê wî bihîst. Ji bo keda wî ya pîroz, sipas * |
|
02.05.2020 19:50 |
merwano
![]() |
60. Nivîskarê ku gelek hez ji nivîsên wî dikim. Bi min Wekî pirtûkxaneyeke ye. Tiştên parve dike jî pirtûkên ji pirtûkxaneyê ne. * Ji peyamên wî sûd digirim û xwe pêş ve dibim. Ji zêdetir xwediyî kurdiyeke têr û tije ye. Hêvî dikim kurdiya min jî wekî ya wî pêş ve bikeve. * û dîsa hêvî dikim lêkolîn û nirxandinê xwe her tim bi kurdî binivîse û li van deran parve bike. |
|
24.11.2020 19:44 ~19:45 |
yûsiv
![]() |
61. @yûsiv spas dikim ji bo pesnan. hîn jî kurdiya min gelek kêm e, lê dema çavên min bi peyamên min ên kevn dikevin, mîna xebara li min dikin. hingî xerab in, bi kurdiyekê nelihevhatî ne. bêlome. hêdî hêdî baş dibe. şukir vê jî * |
|
24.11.2020 22:23 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
62. nivîskarê ku îro bi mijarên balkêş tirşik geş kiriye. |
|
12.05.2021 00:19 ~00:54 |
merwano
![]() |
63. Tirşikvanê ku Ûnvaneke nû qezenç kir: afirînerê anketan |
|
12.05.2021 00:22 |
xelîl
![]() |
64. Miyazakiyê me ye, gelek caran di nîvê şevê de dibe tîqtîqê kenên min. Xwedê wî pêşî ji hezkirîyên wî re dûra ji xelkê tirşika şewitî re bihêle. |
|
12.05.2021 02:15 |
pîroz
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |