Ferhenga înteraktîf
amedspor
(14) (1) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-amedspor

66. Heta vê sersalê di amedstorê daxistinek pir xweş heye. Hinek hirka û kinc 25 a ne. Stumal 10, îskan 10, forma 50 a ne û gelek tiştên din de jî daxistin heye.

Ji piştgirîyê bêpar nebin.



29.12.2019 22:10 | azad30

67. îro suleyman soylu gotiye min mûfetiş şand amedspor'Ê tam wek gotina min derket. şaredariya bajarê mezin û şaredariya ferqînê alikariya amedspor'ê kirine.

xwedê aqil bide. kîjan şaredarî heye piştgirî nade tîma bajarê xwe. ji xwe tu ji serokê amedsporê bipirsî ew ê bêje şaredarî çi alikarî kiriye.



30.12.2019 21:36 | brusk56

68. Di vê navberê ji Amedspor ê 3 lîstîkvan çûn her du forvetên zîrek muhammet burak taşdemir, furkan yaman û bulut kaya.

5 lîstîkvan jî hatin 2 ji wan forvet yek jin li nîvekê dileyze her 2 yên din jî defansê dileyzin. Înşelah hêz bidin Amedspor ê da ku bikare derkeve lîga jortir .



10.01.2020 17:46 | azad30

69. tîma ku îsal qet rewşek gelek xerab de. aniha di rêza 16'ê de ye.
vê heftiyê wê bi rihayê re bilîze. ji xwe divê teqez rihayê têk bibe û ji xeynî wê jî divê 3-4 pêşbirkan qezanc bike an na îşê me gelek zehmet e.

lê baweriya min tam e. ger ji aliyê hakeman û tff'ê mûdaxaleyek neyê kirin, li gor fikra min ew ê bi hesanî di lîgê de bimîne.



06.02.2020 12:00 | brusk56

70. heftiya borî, li rihayê 5 gol avêtin şanliurfaspor'ê. lê ev ne ew qas nûçeyek baş e ji ber ku herkes rihayê têk dibe.
wê vê heftiyê li amedê li hember sariyerê bilîze. divê em vê maçê bistînin. ji ber ku dawiyê dewreyê tê û em gelekî nêzikê xeta sor in.

ji bo ku em bikaribin maçê bistînin, divê piştgiriyeke mezin a aligiran hebe. divê rêveberiya amedspor'ê, pêşbirka sariyerê ji bo jinan bêpere bike û bilêdan jî bike 1 tl. ev yek wê atmosferekî gelek xweşik derxîne holê..



11.02.2020 21:30 | brusk56

71. Beriya ku pêşbazî îptal bûn, di rewşek ecêb xerab de bû.
Di rêza 16emîn bû û 3 puan bin ya 15emîn bû.
Îxtîmala ji lîgê ketinê gelek zêde ye.

Lê niha îxtimalek din derket holê, dibêjin tff dibe ku lîga duyemîn û sêyemîn îptal bike. Wê roja sêşemê di koma zanistî de were nirxandin.

Ger tiştek wisa biqewime, em ê di ligê de bimînin.
Ya bi xêr..



02.05.2020 18:34 ~20:34 | brusk56

72. ez bi xwe zêde ji gogê hez nakim.
di nava jiyana xwe de carekê tenê ez çûme, maçekê, ew jî ya amedsporê bû *
Tişta di maçê de min meraq dikir, çima sloganên wan bi tirkî ne?
Heyf û sed carî heyf !



02.05.2020 19:54 ~19:57 | merwano

73. tîma ku hêviya me ew bû, lîg bên îptal kirin û di lîgê de bimîne. ji ber ku ger lîg neyên lîstîn, wê ji lîg ketinê jî rakin bo îsal. lê tff biryar da ku hemû lîg bên lîstin. piştî vê biryarê îxtîmalê di lîgê de mayînê gelek kêm bû.

lê, dîsa jî hêviya min a îptal bûna lîgan heye. îro tîma sancaktepe'yê daxûyanî daye û eşkere kiriye 3 futbolîst û 6 xebatkarê wan corona pozîtîf derketiye. 2-3 nûçeyên din ên wisa derkevin, wê lîg teqez îptal bibe.



09.05.2020 19:25 | brusk56

74. Sirûdeke wan ji aliyê Serhado ve:





22.11.2020 13:48 ~2021.06.11 21:22 | merwano

75. Min maskeyek logoya vê timê liserê çapkirî sitend û li ser devê xwe xist û ji xwere kir berdevk a ecêb logoya wî a liser maske kî li ber devê min liser maske dibîne dibêje ew çi quze te li ser devê xwe xistiye *
Di logoya amedsporêde teyrê bi duserî heye pir naşibe jî lê şibandin


Bese lêdin jixwe pozê wî na şewite bila qene pozê we bişewite *
(bnr: çepik)
(bnr: lîllandin)
(bnr: tilîlî kirin)
(bnr: peyamên zanyarî jê difûrin)



22.11.2020 23:42 | shorbevan

76. li ser hemÛ lÎg-an ê tu maçê wûnda nekirine tenê amedspor ma :3




77. Îro maça xwe qizinc kir û li lîga xwe serket* Bi xêra Amedsporê îroj kêf kêfa me ye. Rêya şampiyoniyê li ber te û vekirî be Amed*



14.04.2024 20:36 | horhorik

78. Ji bo Kurdan Amedspor diyariyeke xwedê ye. Her hebî Amed. Her bijî Amed. Her bijî tîma Kurdan.



14.04.2024 21:01 | xemberzêr

79. tilîlîlîlîlîlî



14.04.2024 22:16 ~22:16 | keloş

80. Ne tenê serkeftinan de her tim Amedspor.




81. Kastamonûspor têk bir, her bijîn bi lîskevan û alîgirên xwe. Pîroz dikim. Bi hêvîya serkeftinên çêtir.



14.04.2024 23:39 | bayê xerbî

82. Tîma ku ji aliyê şopînerên medyaya civakî jî gelek pêş ketiye.

Paş Galatasaray, Fenerbahçe, Beşiktaş û Trabzonspor ê tîma ku herî zêde xwediyê şopîneran e tîma amedspor e.

Ger derbasê lîga yekem be ez bawer im ew ê trabzonê jî derbas ke.



16.04.2024 09:21 | cinorek

83. Íro koma xwe de maca xwe dawî de tîma somaspora têk biriye û derketiye líga tirkiyê ya sereke.

Wisa dixûyê ku rêveberiya Amedsporê xwestine vî tîmê bînin líga 1. Û serketine jî.

Serkeftin



28.04.2024 17:57 | brzn

84. Piştî şampiyoniya batman petrolsporê ew jî bû şampiyon. Ew derkete lîga yekem û cihê xwe ji petrolsporê re hişt. Xwedê kir ku bû şampiyon ger bimana play-offê dîsa nikaribûya derketa lîga yekem. Di wê şampiyoniyê de ya herî xweş ew e ku sala bursaspor ji ligê ket amedsporê bû şampiyon. Zehf xweş cêbû. îcar ber torosên wan werin wan xilas bikin



28.04.2024 21:56 ~21:57 | çaya germ

85. Em hêvîdar in ku ev tîm jî wek mînaka barcelonayê ruhekî wek tîma neteweyî ya kurd bi dest bixe. Lê dema ku em li hesabên tîmê yên medyaya civakî, bilêtên maçê dinêrin û li daxuyaniyên serokê tîmê temaşe dikin, em dibînin ku hema hema hemû bi tirkî ne. Xwezî zêdetir zimanê kurdî tê de hebûya.



29.04.2024 17:35 | cinorek

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedspor kaos ve direniş

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî