Ferhenga înteraktîf
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
(9) (0) (4)
di mijarê de bigere
tirşik-22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê

43. Civîna ku wê sibe di saet 13an de li xwaringeha ciğerim ya li dağkapıyê çêbe.



21.03.2015 21:09 | simurg56

44. civîna ku hey xwudê hez ke û tu qeza û bela çênebin ez ê biçimê.. min hêvî heye hemû hevalên din ên li amedê jî hemû kar û hêncetên xwe deynin aliyekî û bi ruhê eşmeyê tevlî civînê bibin! *



21.03.2015 21:43 | endazer

45. Civîna ku ez ê jî sibî bi kameraya xwe ya bi navê canon eos 100dyê tevlî bibim. *



22.03.2015 00:23 | xendekî

46. Civîna ku berî her tiştî min dixwesta tevlî bibim û gundiyê xwe xendekî bibînim e. Lê nebû nesib. inşallah emê rojekî hevdû bibînin..



22.03.2015 12:53 ~12:56 | nan û av

47. civîna ku wê deh dq. şunde dest pê bike lê hê jî deng ji kesê derneketiye. de hedê tirşikvanno bi hêviya civînek xweş û geş em li benda tirşik selfie ne. bi gorineke din em li benda xwekêşa tirşikê ne.



22.03.2015 12:57 | ceso

48. Civîna destpê kirî, li benda we ye.



22.03.2015 13:01 | azadixwaz

49. Civîna ku li dawiya restoranta cigerim destpê kiriye. Ê ku hat bila ji berpirsyarên restorantê bipirse bêje ew 12 kesên ku rezervasyon kirî li ku ne wê nîşanî we bike ..



22.03.2015 13:11 | brusk56

50. ferhenga şikestî, ji bajarekî xopan, bi ruhê eşmeyê û eşmeeşmebûyî silavên xwe bo civînê birêdike..

xwarina xwe bixwin hevudu nexwin*



22.03.2015 15:16 | ferhenga şikestî

51. civîna ku bîst rûpel raport jê dixwazim**



22.03.2015 16:15 | ferhenga şikestî

52. êêê ka çi çêbû kî mir kî nemir ?



22.03.2015 16:22 | vêca çiyeeee

53. civîna ku piştî dawîbûna civîna min a li mektebê bi hawarî min xwe gihandê ye. Civîn bû civîna Botiyan..Ji berku yên tevlî bûyîn hemî Botî bûn.



22.03.2015 16:44 | nan û av

54. yahû me go bicivin lê me nego bêdeng bin! de zû werin têbiniyên xwe di vir de binivîsin!!

ez ê ji meraqê bimirim..

ji wêneyan diyar e ku hemû endamên malbata 56'yan hatine*



22.03.2015 18:18 | ferhenga şikestî

55. civîna ku jiber xwarin û vexwarinê bawer nakim ku vêragehiştin e axiftin ê..hema bi tinê xwarin e û rabûn e û belav bûn e *)



22.03.2015 18:54 | vêca çiyeeee

56. civîna ku pir xweş derbas bû, di tehma cîger û keşhan(keşan)ê de bi germiya tiliyên li ser klavyeyan derbas bû. sê seetan dewam kir, yên tevlî civînê bûyîn ev bûn:

xendekî, simurg56, brusk56, feqiyê teyran, azadixwaz, endazer, nan û av, mervan roni

em li ser gelek nivîskaran (nivîskarên dixwestin werin lê nekarîn werin, nivîskarên dikarîn werin lê nehatin, nivîskarên gotibûn em ê werin lê nehatin), li ser dijberiyan-rikberiyan, heqaretan, terikandinan, şer û pevçûnan, vegera xeydokan, nivîskarên veşartî, rexne û rexegirtin û rexneqebûlkirina kurdan û tirşikvanan, li ser formata tirşikê, sîstema nû, li ser rewşa kurdî ya li gund û bajaran, li ser geşkirina tirşikê ya bi rêya rêklam û danasînê û li ser xendek û xendekan axivîn.



22.03.2015 19:01 ~19:02 | xendekî

57. civîna ku bi beşdariya malbata 56'yan pêk hat, çar bira: simurg56, brusk56, feqiyê teyran, azadixwaz. çar kedkarên kurdî û çar bijişkên kurd *

civîna ku endazer lê dereng ma, seet 12:00'ê nîvro de şiyar bûye, qederî nîv seetî dereng hat. endazerî ji bo tirşikê go: tirşik zaroka min e. min jî li ser vê jê pirsî ka tu yê dîsa binivîsî, lê bersiveke nediyar da. *

nan û av gundiyê min, mamosteyê olê, seydayê 'emayê yê endazer, ji ber civîna wî ya li dibistanê giha dawiya civînê.

mervan roni jî xebera wî ji civînê çênebûbû, me li derve li ser linga dît, me pê re wêneyek kişand û hew *

gelekên ku gotibûn em ê werin lê nehatin, law ma ne eyb e ji we re heee *, ka vêca xwerexneya xwe bidin hevalno *



hin wêneyên civînê:

Here lînkê



endazer û simurg56:

Here lînkê



Here lînkê



nan û av, xendekî, brusk56:

Here lînkê



22.03.2015 19:12 ~19:17 | xendekî

58. silav ji bo hemÛ kesî..

belê wekê xendekî gotiye, ez bi qasê nîv saetî bi derengî gihiştim civÎnê, ji ber ku doh ber destê sibehê min karî rakevim û dema rabûyîm jî saet 13:00 bû, min alarma telefona xwe eyar kiribû lê dema ez rabûm min dît ku telefon ji bêşarjiyê hatiye girtin.. werhasil çawa ez rabûm min cihde avek li rûyê xwe kir û bi ser wî halê xwe yê çavlixew min da rê ez çûm cihê civînê..

civÎnek bêqisur bû! di civînê de çi hatibe ber devê me, me got, me tiştek ji xwe texsîr nekir..

- di civÎnê de herkesî kezeb xwar, xendekî û simurg56 nîv porsiyon kezeb û nîv porsiyon keşan xwestin, min jî goştê mirîşkan xwest.. brusk56 kola vexwar, camêr di civÎna din de jî kola xwestibû, me yên mayî wekê her kurdekî ji rêzê û edetî dew xwest.. *

- bi qasê di bîra min de maye, çi erênî, çi neyênî, navê van nivîskaran di nav civÎnê de hate hildan; rasteqîn, nazim tolhildan, , remlavêj, cinorek, gulan, vêca çiye, berkenbereh, dîno, elegez, mergezhezû nançû,.. muhtemelen çend nivîskarên din jî hene lê niha ev nav hatin bîra min..

- bi qasê di bîra min de maye çend mijarên me behs lê gerandî; siyaset, newroza amedê, koma niştiman, ruhê eşmeyê, alayên kurdistanê yên li qada newroza amedê, gerîllayên beşdarî rêûrisma newroza li silêmaniyê bÛyîn, sÎnema, werger, rêzefîlmên tirk û yên biyanî, kurdiya ''takıntı''yê, tirşik, sîstema nû û ya kevn ya tirşikê, koderê kevn ê bênamûs ê tirşikê, hejmara texmînî ya mijar û peyamên rojane tên tirşikandin, reklam û danasîna tirşikê, polemîkên li ser mijarên dînî yên di nav nivîskaran de, sebeba sempatiya cihûyan ya li cem hinek kurdan, ekşisozluk, di ekşiyê de mijara ''bebek katili mustafa kemal'', her dîsa mijara ''pkk 3 ay eylem yapmayınca götü kalkan türk'', nivîskarên kurd ên di ekşiyê de, tesîra sosyal medyayê ya li ser ruhiyet û psîkoljiya ciwanên kurd, sebeba rêjeya zêde ya nexweşiyên civakî di nv ciwanên kurd de, rûpela tirşikê ya li ser facebookê, çend enstantaneyên her yek ji me nivîskarên beşdarî civînê bûyîn yên li ser jiyan û kesayeta me ya şexsî, û bîranînên ji hirde û wêde, cizîr, xelkê cizîrê, hewa û atmosfer û xelkê cizîrê ji bo mirov ji derve bê û lê bijî çawa ye?, hevaliyên hevpar yên di nav hevalên hevalan de...........

xendekî biçekî bêdeng bû, ya rast min û brusk56 me nedihêlişt ji me pêve kes biştexile.. * simurg56 zêde zêde camêr û nefsbiçûk bû, feqiyêteyran jî zêde neştexilî, azadîxwaz heta civÎn xilas bibe her pirsa cizîrê ji min xendekî kir.. * nan û av jî me nû li civînê hevdu nas kir, camêrekî xweşsohbet xuya dikir.. * mervan ronî wek li jor hatiye gotin mixabin em ji luqintê derketin paşê me hevdu dît, ji ber wê me nekarî qene em çayekî jî bidinê, li ser linga me çend wêneyek girtin û dîsa heta cihê em ji hev veqetin li ser linga me biçekî sohbet kir, ew jî yekî zêde zêde camêr û nefsbiçûk bû.. brusk56 wekê hemû birayên biçûk yên malê stara xwudê li ser be guhê wî dilebitin, henek li aliyekÎ dema ti tirşikê de dinivîse yekî zêde hişk û radîkal dixweye lê di jiyana rastî de yekî zêde zêde naîf û xweşsohbet û xweragir e..

bes e ev qas..

ji bo pirsa xendekî jî, ez ê her rojekî vegerim, lê vêga min çend tişt dane ber xwe divê ez wan tişt Û miştan bicih bînim, û min dil heye heta ew jehra sosyal medyayê ruhê min berde, biçekî dûrî civak û medyaya civakî bimînim..

bi xatirê we, emanet qencî, haj xwe û tirşikê hebin!



22.03.2015 20:21 | endazer

59. Civîna ku cara yekem ez tevlî bum u tama wé gelek xweş bu * wek endazer gotî min jî kezeb xwar lé xelet té bira wî min dew venexwar min kola vexwar.ji ber ku birayé min wê rêbiketa em zu rabun.qasê tevlî bum gelek xweş bu.li ser gelek mijara axaftin hat kirin u hemu niviskar pir rêzdar bun,rewşek germ u xweş bu.hividar im ku peşerojêde zêdetir nivîkar tevlî bibin



22.03.2015 21:30 | feqiyêteyran

60. endazer nivîsandiye ku navê min di duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê de derbas bûye. ez nizanim di nav kîjan mijaran de derbas bûye lê ji ber çi derbas bûye ez dikarim hezr bikim. min biborînin.



22.03.2015 21:58 | remlavêj

61. 3. civîna tirşikvanan bû lê yekemîn civîna min bû.

zor ciwan bû. lê wextê me û hejmara me zêdetir bûya, belkî xweştir jî bûya.

min bixwe gelek jê hez kir, di destê min de bûya min dixwest heta derengê şevê jî bidome.

piştî civîne me bi ömer faruk baran re hevpeyvînek çêkir û paşê ez ber bi dîloka ne-rengîn ve bi rê ketim û vêga giham mala xwe.

heta hatim malê, hema bêje tiştek nemaye ku nehatiye nivîsandin.



em tam di wextê de gihan cihê civînê. (xendekî çend deqeyan berî me gihabû). ez, brusk56, azadixwaz û feqiyê teyran û xendekî bi hev re rûniştin. heta ku endazer hat, me çay vexwarin û me her çaran xendekîyê reben dan ber pirsan. (car caran feqiyê teyran bi pistepist dipirsiya: ma em ê xwarin nexwin? *)

piştî ku endazer hat, xendekî hinek rihet bû û ket rehavetê loma axaftina wî kêm bû *

min xendekî, nan û av û endazer û mervan ronî cara yekem dîtin. bi rastî hemû jî ciwanên xwînşêrîn bûn.



gotin ku ez ji birayê xwe yê mezin, pîrtir xuya dikim. loma hinek moralê min xera bû lê min zûzûka xwe da hev. ji bo remlavêj tiştên baş hatin gotin. jixwe ew bixwe ne li wir bû lê pirtûka ku min jê re weke heqdestê wergeran kirîbû, li cem min bû *



mijareke civînê tune bû. yanî kes ranebû ser piyan û bi axaftina xêrhatinê gûftûgoyan neda destpêkirin. mesele geh dihat ser tirşikê geh diçû ser pişta heyvê. lê sohbet xweş bû. me têra xwe ken jî kir. bêşensî û bextreşiya ferhenga şikestî jî ji mijarên girîng bû.



her ku me diaxaft, hinek din nasên hevpar derketin holê. me hinek din biaxaft, me wê xwe hemûyan bigihanda hz. adem. bêhenek, kesek ku li maseya li kêleka me bû, tevlî axaftina me bû û got sîmurg tu yî? min got erê. û me fêhm kir ku em hev nas dikin (yanî me li ser înternetê daye û standiye) lê mêrik ne tirşikvan bû, loma me tevlî wêneyên xwe nekir.



azadixwaz û feqiyê teyran piştî 2 saetan rabûn. leza nan û av jî hebû ji ber ku zarok li malê birçî bûn lê dîsa me em ne şikandin û neçû.

telefon hatibû ku wê mervan ronî, were. heta li otobusê jî siwar bûbû.

loma em heta hatina wî li bendê man. me hema li ber deriyê restoranê hev dît û di meşa vegera xwe de hinek sohbet kir.



dawiya dawîn, civînek xweş bû. bi saya wê û newrozê, dawiya heftiyê ji bo min zehf bi kêfxweşî derbas bû û çû.

(bnr: sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê)



22.03.2015 22:33 ~22:39 | simurg56

62. Li ser logoya tirşikê çi hat gotin? beşdarvanên civînê tiştekî pêşniyaz kirin an na?



22.03.2015 22:58 ~23:01 | remlavêj

Rûpel: ( 1 2 3 4 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» 22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
» duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna nivîskarên tirşikê
» nivîskarên bi xwe re nabînin binivîsin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî