Ferhenga înteraktîf
ez ê yekî bikujim | 2012
Nivîskar: Firat Cewerî | kurmancî | roman | 152 rûpel

Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û a...
ez ê yekî bikujim
(26) (3) (3)
di mijarê de bigere
tirşik-ez ê yekî bikujim

23. (bnr: serê xwe bixwe)



27.05.2015 12:40 | shorbevan

24. a soxî ezê îroj destpê xwendina vê romanê bikim. hêvî ji xwedê dikim ne wek mêrê avis a hêlim yûsiv be. dixwazim hinek ruhê min hênik bibe. min peyamên li jor jî nexwend. ka bira bibe surprîz. *



20.09.2015 12:44 ~13:03 | biruya hayao miyazaki

25. romana ku firat cewerî û helîm yûsiv ji bo wê şer kiribû, ji ber H. Yûsiv digot ku firat ji çîroka min diziye.

(bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî)



20.09.2015 13:01 | dijber

26. manyaqê hanê lehenga romanê ye. ev çi psîkolojiyek genî yaw. ne'let.



03.11.2015 23:39 | biruya hayao miyazaki


28. (bnr: ez ê di yekî nim)



04.11.2015 01:51 | dijber

29. ezê çawa destpê rexneyê bikim nizanim. DİBE ROJEK DİN.. heta dora rûpela 100î min di du roja de xwedibû lê kar nehiştibû bi xweşî xwe bidimê û pirtûk berî vê şevê xelas bibe. xwedêyo! çîrok, serpêhatî ya esil di navbera 110 û dawî ye û pirtûkên ku min heta anuha xwendine li cem vê berhemê bû toz û firiya... divê ez sibê di 6 û nîvan de rabim. lê pirtûk nehişt rakevim û xelas bû jî nahêle...



kelecaniyek xweş li ser min E. ji ber ku ev romana serkeftî kurdî ye!

lê dilê min êşand. êşek çawa ye nikarim bisêwirim.



(bnr: spoiler)

min zûka lehî ji refê derxist. zilamê manyak a li jor li peyamekê kin min nivîsîbû, sedema navê roman e û yên pirtûk xwendine wê zanibin, kesekî nekuşt û wanî çû dilovaniya xwe. madem lehî dewama vê romanê ye, gelek meraqan dikim, ka li lehî jî ew heye an na. bi teknîkî divê tune be lê bi mantiqî divê hebe! ooo xwedêyo! tibabek pirs li serê min hene. lê divê rakevim.*

(bnr: spoiler)



20.11.2015 00:59 ~01:03 | biruya hayao miyazaki

30. divê herkesê ku dixwaze dest bi xwendina kurdî bike bi vê pirtikê despê bike.

ji ber ku him zimanê wê ne giran e him jî mijar û serpêhatiyên tê de gelek balkêş in.



20.11.2015 01:17 | brusk56

31. ------li vê peyamê bêhna spoilerê difire.------

------heq we pirtûk nexwendibe, jê dûrkevin.------



simurg56 peyamekê xweş nivîsandiye.ez ê yekî bikujim/43916

lê tiştek pirsiye:

çawa dibe ku dîana li vî bajarê ku navend û keleha rêxistinê ye, nikare xwe bigihîne "heval"an xwe xelas bike.



ji xwe dîana bersivê dide: ew ketiye bin destê dijminan. û ew bi hêsanî here li ba "heval"an wê gumanî bikeve dilên wan û wê dianayê xayîn bihesibînin. dîana piştî ked û xebatên xwe naxwaze navê xayintî lê be. ji ber vê jî ser li saziyên "heval"an nake.



gelek caran min bihîst. rast e yan derew e, li gorî gotinan kesên diherin çiyê û bi riyekê namûsî(mîna dîanayê) an bênamûsî be ferq nake, dema tên li nav bajaran bi çavekî xayîn tê dîtin. hema nebe, ji civatê tê afaroz kirin. ê dîana xwêdan herikandiye, helbet wê nexwaze bi navê xayîn bê bangkirin.



lê bi ya min pirsa herî mezin ev e:



li cem teorîk, pratîk jî perwerdeya şerê dîtiye. ev dîanayê divê berî xwekuştinê bifikre, divê tolhilandinê bikira armanc. li gorî kitêb 6 meh bi tecawiz û qehpetî derbas kiriye. di nav vê 6 mehê de ma carekê jî ew neçû mitfaxê û hema dest bi kêrê nebû! kesekî bifikirin ku demek dirêj li ser ramanekî felsefî fikiriye. bûye gerîla û ketiye pevçûnan piştî perwerdeyê û nuha mîna keçikên nû ji dawa dayika xwe derketiye tevdide û hema mecbûrî qehpikbûnê ye! erê nivîsar xweş daye xuyandin, dîana tirsonek nebe jî, hema tirs li dilê ye. dema ji aliyê serbaz û him jî yên qoruciyan ve hat zevkirin dîana tim ket dûdiliyê. tevneda. hema her tişt qebûl kir. bi ya min nivîskar van tiştan ji bo tirsonekiya wê bide rêdan bikaraniye. yan jî lawazbûniya wê.



û nizanim çend tiştên din..



20.11.2015 10:27 ~11:31 | biruya hayao miyazaki

32. ji bilî ku zimanê wê kurdî ye tu taybetiyên wê tune.



20.11.2015 13:54 | xulamê mîr

33. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



20.11.2015 22:01 | ferhenga şikestî

34. Yaw ji bo Xwedê nivîskarek evqas jî qala xwe nake law. Welleh bîlleh însan aciz dibe. Ez hew dikarim li wî guhdarî bikim. Hingî pesnê xwe dide ez êdî naxwazim pirtûkên wî jî bixwînim.

Lê ji bo xwendevanên ku nû dest bi xwendina bi kurmancî dikin, baş e, çi bêjim.



31.05.2016 23:34 | hew

35. çend tirşikvan bo kesên nû dest bi xwendina bi kurdî dikin, pirtûka ez ê yekî bikujim pêşniyarî wan kirine.
ez ê yekî bikujim/80640
ez ê yekî bikujim/90400

xwendina romanan di destpêkê de? na loo. Here lînkê

ez ne bawer im ku di destpêkê de sebra xwîneran bi romanan were. çîrokên ku li jor min lînka wî danîye (bnr: gurî), bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin. bi gotinên pêşiyan û biwêjan ve tije ye. ew çîrok gişt "çîrokên serpêhatiyên kurdî" ne, û kurte ne (jixwe çîrok kurte ne). bo destpêkê meriv dikare çîrokên wisa bixwîne. pirtûka birêz cewerî ne tenê li aliyê dirêjbûnê (jixwe roman dirêj in), ji ber ku bîna wergerê jî jê tê, bo xwînerên nû neqenc e. bi ya min, xwînerên nû divê qasî demek ji pirtûkên "weha" dûr bin. ez ê yekî bikujim romanekî xirab filan nin e, baş e. di pirtûka cewerîyê de zimanê kurdî her çiqas li aliyê standardîzebûnê ve forsa xwe bikarîbe jî bavêje, kurmanciya wê ku li ber çavan e, ne kurmanciya gewr e. wekî min got, hebkî bîna wergerê jê tê. ez berhemên ku bi "zimanekî xweser û resen" hatine nivîsandin dikarim pêşniyarî xwînerên nû bikim, ne ewên din.



01.12.2018 15:14 ~2021.05.16 03:13 | mirovekirind

36. Ez ê veronikayê bikujim.
Çimkî:
Here lînkê



29.03.2019 13:43 | cinorek

37. romana ku heft heşt sal berê min xwendibû û kêfa min jê ra hatibû û lê niha zêde tiştek ji naveroka wê nayê bîra min. di dema xwe da bûbû mijara gelek nîqaş û gotaran.



29.03.2019 14:16 | henûn

38. romana ku ji ber navê vî naveroka wê bi min egerên qelsbûnê xurt kir.



29.03.2019 21:56 | serhednişîn

39. ..



13.05.2019 22:55 ~22:55 | bûtîmar

40. (bnr: nivîskarên ku bi kurdî ji bo tirkan dinivisînin)



13.05.2019 23:04 ~23:05 | roza

41. Pirtûka ku min di du rojan de xwendiye û teva kiriye. Wekî jor hatiye gotin xwendina pirtûkê pir bi hêsan û sivik e. Meriv hînî çend gotinên nû jî dibe.
Wekî saxtî kirin: kontrol kirin, venêrîn, pelandin, sehêt kirin.
Qerqîtk:kaxê zebeş, hişkkirina petêxê, xerûzeyê
Beşa ewil de mijar gelek baş e lê beşa dûyem û girêdayina dawiya pirtûkê qet xweşiya min nehat. Ji gelek aliyan ve honak gelekî hêsan û zarokanê hatiye vêgotin.
Di beşa dûyem de haritî ji nivîskêr selitiye û nivîskar xwestiyê ku bi dianarê qet nebe careke bihevşe lê ji ber hin astengiyan nikariye bîne zimên. Piştrê hinek sedeman ev xwastin ji holê radibe. Kitekitên derûniyê lehengên pirtûkê hema qet tune.ji ber vê yeke pirtûk rijî maye.
Hilbijartina navê satilmiş kesî ku dianayê difiroşî ne li cîh e. ji ber sedemên kevneşopî bawerî ev nav li anatoliyê navîn berbelav e û mafê nivîskêr tune ku vî navî bide kesî ku jinan difiroşî û bi vî şeklî reş bike.



15.08.2021 01:42 ~01:53 | çomo

42. Bi min nav pirtûkên Firat Cewerî de an herî xweş ev bû. Miheqeq bixwînin.



15.08.2021 21:52 | şev

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekîtiya ewropayê

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî