23. Vîrûsa ku bandora wê li çînê kêm dibe lê li cîhanê zêdetir dibe. Gelek welatên ji xeynî çînê hejmara miriyan çiqas diçe zêdetir û gurtir dibin. |
|
23.02.2020 23:41 |
xelîl
![]() |
24. serok erkanê çînê Si cinping gotiye ev vîrûs hê tiştek tevlihev e. |
|
24.02.2020 00:35 ~00:37 |
brzn
![]() |
25. Çend rojan berê Li wir (li koreya başûr) jineka ku ew nexwaşiya lê hebû beşdarê perestîşên kilîsê bûybû. |
|
25.02.2020 13:17 ~13:19 |
cinorek
![]() |
26. îhtîmalek mezin êdî li tirkiyê ye jî. li wanê behsa 3 nexweşan hat kirin lê paşê gotin di wan de vîrûs nehatîye dîtin. lê ji ber ku li îranê heye, îhtîmal pir zêde ye ku gihabe tirkiyê jî. |
|
25.02.2020 19:46 |
simurg56
![]() |
27. vîrûsa korona çi ye ? |
|
28.02.2020 00:17 |
brzn
![]() |
28. Li silêmaniyê 4 kesan de test pozîtîf derketiye û 3 zilam û jinek de vîrûs hatiye dîtin.Ew kesan qasek ewil ji îranê hatine. |
|
01.03.2020 22:10 |
brzn
![]() |
29. vîrusa ku meriv dide mereqkirin ku çawa heta niha xwe negihandiye tirkiyê. * |
|
02.03.2020 10:53 |
xelîl
![]() |
30. vîrusa ku gihiştiye 70 welatan û nêzê 90 hezar mirov ji vê vîrûsê nexweş ketine. û heta niha 3 hezaran zêdetir mirov mirine. |
|
03.03.2020 09:22 |
xelîl
![]() |
31. Li gor agahîyên ku tên li îranê 23 parlementer bi vî nexweşîyê ketine.Hevaleke rojhilatî heye ,dibêje ev nexweşî wê bibe dawîya wan.Ji bo ku xwedê wisa dixwaze. |
|
03.03.2020 14:30 |
brzn
![]() |
32. Bijîşkên rojhilatî bi govenda xwe amede bûne ji bo vîrûsa korona. |
|
03.03.2020 22:48 |
cinorek
![]() |
33. li ser vê vîrûsê zêde gotegot hene. boşûbelaş, zana, textor filan bêvan... her kesek tiştek dibêje. yên boşûbelaş siktir ke lê mirov ji zanayan jî bawer nake. û van kerên li tirkÎyê her henekê xwe bi vê vîrûsê dikin. her ku di twitterê de dikevim tag a vîrûsa korona, aciz dibim xebera dikime wan û derdikevim. miletek ev qas çawa dibe yaw!?!? xwezî vîrûsa kerona heba û van kera bikuşta. . |
|
04.03.2020 14:47 ~14:55 |
xwelî li ser
![]() |
34. Wezîrê tendirûstiyê yê romê mikur hat ku yek kes bi vê nexweşiyê ketiye. Ev kes hatiye karantîna kirin herwiha kesên têkiliya wan bi vî zilamî bûne jî hatine dorpêç kirin. |
|
11.03.2020 17:21 |
tîrêj zana 21
![]() |
35. heta demeke dirêj rojeva cîhanê û kurdan dê ev be. |
|
11.03.2020 18:47 |
lehî baranyan
|
37. Em ne koronayê em tirsa bimrin |
|
12.03.2020 14:17 |
dilreş
![]() |
38. nexweşê/a duyemin jî peyda bûye li tirkiyê. kifş e ku van rojan wê jimar nexweşan zêde bibe jiber wextê kurkbûna vîrûsê hêdî hêdî diqede. |
|
13.03.2020 11:20 |
xelîl
![]() |
39. û herwiha li tirkiyê hinek pêşgirî ji bo belavnebûna vîrûsê hatine kirin. |
|
13.03.2020 11:28 ~2020.03.18 09:56 |
xelîl
![]() |
40. û herwiha jî aliyê partiyên kurdan ve li bakur pîrozbahiyên newrozê ya 2020an hatin betalkirin. |
|
13.03.2020 11:30 |
xelîl
![]() |
41. zûbizû guh nadim tiştên fîşalkirî. ji xeterên bi ihtimaleka piçûk zûbizû natirsim. lê belê ev yek zirava min qetand. ne jiber ku ji bo xwe ditirsim. zirava min qetya jiber ku min di jiyana xwe da tişteka weha nedîtîye. û min bawer nedikir ku heya mirinê bûyereka wisa çêbibe û ez bi çavê xwe bibînim. |
|
14.03.2020 02:03 |
mirovekirind
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |