sürü (kerî)

 Zeki Ökten

 Yilmaz Güney

 1979


 tirkiye

 tirkî

 129

 dram

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 mîr (2017.05.09)

 Fîlmeke nivîskarê senaryoyê û çêkerê wê YILMAZ GÜNEY e, listikvanên wê ya sereke Tarık Akan, Melike Demirağ û Tuncel Kurtiz e. Derhênerê vê fîlmê Zeki Ökten e. Fîlm Derheqê li hev nekirina eşîran, zilm û zordariyê, derdê feqîrê û belengazî, rolên eleqeyên bav û kur - bav û bûk - bûk û zava zihniyeta civakeke pederşahî de ye.


sürü (kerî) - Tirşik

sürü (kerî)


. Fîlmeke nivîskarê senaryoyê û çêkerê wê yılmaz güney e, listikvanên wê ya sereke Tarık Akan, Melike Demirağ û Tuncel Kurtiz e. Derhênerê vê fîlmê Zeki Ökten e. Fîlm Derheqê li hev nekirina eşîran, zilm û zordariyê, derdê feqîrê û belengazî, rolên eleqeyên bav û kur - xezûr û bûk - bûk û zava, zihniyeta civakeke pederşahî de ye. Hinekî rexne min hene li ser vê fîlmê, gava listikvanên​ fîlmê Tarık akan, Tuncay Kurtiz xeber didin tirkîyê wan ne bîna şêweyeke kurdekî ye, nejidil e, wek tiyatroyî ye. Her çiqas nivîskarê senaryoyê û çêkerê fîlmê yılmaz güney be jî û rastiya mijarên fîlmê hebe jî fîlm jiyana kurda hov û wehşî nîşan dide. Gava milet vê fîlmê dinêre dibêje kurd bi xwe re îdare nabin, ji medeniyetê, însaniyetê dûr in. Jixwe fîlmên wiha di sînemaya tirka de pir in, kurda bi ziman, dîrok, cografî, çanda xwe ve wek mileteke serbixwe, cûda nîşan nadin, wekî qebîleya Efrîqayê temsîl dikin, piştê wê ne bi tenê tirk, kurd bi xwe jî ji vê berçavkê ji xwe re dinêrin ev qirêjiya bedenê xwe ya kurdbûnê xilas bin lez û bez can didin. Piştê ewqas rexneyên em dawî bînîn Muzîka fîlmê zaf xweş e.



Array. fîlma ku 4-5 sal e ez dixazim serîkim lê zev cara ji xwe ra nabînim, wekî dinêjî waxtêmin çênabe serîkim. lê wisa texmîn dikim dibêm ez ê lê hez nekim..



Array. salên min lîsê tene bîra min. min û yarê xwe hev ra temaşe kir. cara yekem wê rojê min maçî kir. niha zewicandiye :(






  • sürü (kerî)0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 83.8
(imdb: 8.3)
pûanê bide fîlmê: