black mirror

 Owen Harris Carl Tibbetts James Hawes

 Charlie Brooker William Bridges Jesse Armstrong

 2011


 îngîlîstan

 îngîlîzî

 60

 dram honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 berxweda (2019.12.02)

 her beşek dîstopyayeke nû ye. temaşekirin firekirina hişî pêşerojê ye


black mirror - Tirşik

black mirror


. navê rêzefîlmekê ye. Kurdiya wê "mirêka reş" e. Rêzefîlmeke gellekî serkeftî ye. Her beşek wê bi serê xwe ye. Li beşek wê temaşe bikin û werin vir ez we bibînim *
Here lînkê



Array. bişeref mirov dxe nav dest û lepê depresyonê hema bêje min hemî seyr kir min xwelîserê xwe kir niha ez ji çay ber xwe jî tû tehmê nagrim



Array. rêzefîlma bi beşa dawiyê dîsa min ji xwe biriye.
ji qewla gotinên me nivîskarê vê rêzefîlmê "pîç" e.



Array. rêzefîlma sezaona wê ya sêya derketiye. piçekî têsîra wê qels e. dibe ku ji ber hişê me piçekî bi ser ên berê ketibe jî. berê di tvyek brîtanî de derdiket. niha netflixê heqê weşana wê stendiye û wê weşandiye. rêzefîlmek dîstopîk e. an go dîstopyayekê ava dike. yanî a li hemberî utopyayê. di utopyayê de xeyal an fikrên gelekî baş lê çêbûn/çêkirina wê gellekî zehmet e, heta meriv dikare bibêje nemimkun e. dîstopya jî dija wê ye. ango tiştê meriv naxwaze û çêbûna wê zor e ye. lê ev rêzefîlm destegulek jiyanê datîne ber te, dawiyê tu dikevî nav û tu wê jiyanê weke 'dibe ku bê jiyîn' dibînî. dûr e derba mirinê li te dixe û te pûç dike.. kerem bikin temaşe bikin û bêpar nemînin.



Array. di hemû sohbetên fîlm û rêzefîlman de derdiket pêşberî min, loma min jî destpê kir û sezona ewil qedand û beşek ji sezona 2emîn temaşe kir. (jixwe her sezon 3-4 beş in). ger tiştek neyê serê min, min zêde neeciband. heta heta niha min hema bêje hîç jî neeciband. halbukî ez ji tiştên der-asayî jî hez dikim ha.



Array. Rêzefîlma ku sezona wê ya pêncemîn di netflixê de derketiye. Li gorî min wek sezonên ewil baş çênekirinê. Bipirsin çima; Welleh nizanim hema min neeciband gelo. (bnr: no idea)



Array. rêzefîlmekî di pêşiya serdema xwe de ye. Hin beşên wê pirr serkeftî ne.



Array. erê hin beşên wê yên xweş hene lê ne zêde. weke ku tê fîşal kirin nîne. dîsa jî hêjayî temaşekirinê ye.



Array. gelek gelek serkeftî ye. hin beşên wê hinek tewşomewşo bÛn lê yên xweş jî tam xweş bûn. û di her beşî de mijarek din bi lîstikvanên cûDA tê listîn ew jî taybetmediyeke gelek xweş e.



Array. min çend sezon temaşe kir. di beşa yekem de min go ev çiye gidî!! hê di beşa yekem de kêfa min gelek jê re hat.

di çend beşan de teknolojîyek wulo hebû: mirov bi tiştê ku çavê xwe dibîne dikare wek video qeyt bike an jî wek wêne bigre. berî ku min vê temaşe kir min di go xwezî ez jî karîba tişten ku bi çavê xwe dibînim wek wêne bigrim. (bnr: şerrefsizim benim aklıma gelmişti)



Array. hêjayî temaşekirinê ye. par min di nava 2 heftîyan de hemû sezonên wê qedandibûn. hinek bşên wê kêrî tiştekî nayên lê hinek kî gelek baş in. wek fîlmekî xweser in. piranîya mijaran li ser bandorên potansîyel ya teknolojîyê ye li ser jîyana me ya di pêşerojê de. mixabin hema bêje di hemû rewşan de ev yek bi nêrînek neyînî û dîstopîk hatîye nîşandan. mirov loma hebkî ji pêşvçûna teknolojîyê ditirse.



Array. Black Mirror (bi kurdî: Neynika Reş) rêzefîlmeke antolojîyê ya honaka zanistî ya brîtanî ku ji aliyê Charlie Brooker ve hatiye afirandin e. Brooker û Annabel Jones wek çêkerên rêzefîlmê dixebitin. Rêzefîlm tehlîla civaka nûjen dike, nexasim di derheqê encamên teknolojiyên nû yên nehîvîkirî de. Beşên rêzefîlmê serbixwe ne û bi gelemperî di demeke alternatîf an jî paşerokeke nêzîk de derbas dibin. Atmosfera beşan gelek caran nediyarî û hîcîwî ne, dîsa jî hin ji wan ezmûnî û siviktir in.



Array. min fîlma sezona duyemîn bêşa çaremîn a ku navê wê noela spî seyr kir, psîkolojiya min xirab bû :( bêhna min teng bû. Nizam ji bo çi imdb ê 9.1 pûan daye vê fîlmê. Wî pûanî heq nake.



Array. Min hemûçka temaşe kirîye. Ellah wekîl efsaneye hemû beş jî. Dixwazim hinek behs bikim lê tirsim spoîler bidim* tenê viya bêjim, piştî temaşe kirina black mirror mirov dibêje haho! Ev teknolojî çi tiştek î xirab e yaow.. teqez temaşe bikin.








  • black mirror0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 92.6
(imdb: 8.7)
pûanê bide fîlmê: