john wick: chapter 3 - parabellum

 Chad Stahelski

 Derek Kolstad Shay Hatten Chris Collins

 2019


 amerîka

 îngîlîzî rûsî japonî îtalî erebî

 131

 aksîyon tawan-sûc rageşî

 rewşen (2020.06.20)

 simurg56 (2020.01.05)

 sêyemîn fîlma john wick e. di vê beşê de john li dijî şûrayê ya ku li hemû cîhanê belav bûye, li ber xwe dide.


john wick: chapter 3 - parabellum - Tirşik

john wick: chapter 3 - parabellum


. ji bo niha, fîlma dawîn ya john wick e. (di 21ê nîsana 2020an de wê fîlma çaremîn derkeve) di vê fîlmê de 94 mirovan dikuje. (fîlma ewil:77, ya duyemîn: 128) di vê beşê de john wick tiptenê ye û divê li hemberî şûraya bilind şer bike. êdî hevalên wî yên ku di fîlmên berê de serê xwe li ber wî ditewandin jî, divê berê xwe jê bizivirînin. min 70 pûan dayê.



Array. Her çiqas êdî kal bibe jî apê John wick (keanu reeves) dîsa temaşevanên xwe dixe di nav aksîyoneke bênavber da. Li gorî fîlmên fantastîk-aksîyonan him bi mijara xwe him jî bi dîmenên xwe gelek serkeftî ye. Pûna min: 75



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê rewşen ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 100. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 78.8
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: