the salesman

 Asghar Farhadi

 Asghar Farhadi

 2016


 îran fransa

 farisî îngîlîzî

 124

 dram rageşî

  (1970.01.01)

 rizgarm (2020.04.05)

 Emad û Rana jin û mêrê hevin ku karê şanogeriyê dikin. Xaniyê ku têde dijîn li ber xerabûnê ye û divê ji xanî derkevin. Hevalekî wan ji bo demek kurt xaniyekî dide wan û cîran di derheqê kirêkarê ku berê di vir de dima gelek gotegot û paşbêjîyan dikin. Rojekî Emad tê malê û jina xwe nabîni lê li erdê xwîna rijiyayî dibîne. Piştî wê pê dihese ku li nexweşxanê ye û rewşekî nebaş de ye. Ji vir şûnde pirsxal û hizrên ne ji rêzê derdikeve holê. Emê jî bi leheng re bi awayekî dedektîvî bi hezar îhtîmalan pêy hurgiliyan bikeve. Û hertim însanetiya xwe ji bîr nekin, di dilê xwe de biparêzin.


the salesman - Tirşik

the salesman


. Derhêner dîsa bi awayekî şareza valahî û pirsnîşanên ku ji temaşevanen ra hiştî dixwaze bi mantiq û xeyalê wan tije bibe û ji xwe re bersivan bibîne. Ji bo vê filmê pir xeyalî nefikriye. Bûyer an çîroka filmê jiyan bixwe ye. Lê jiyan her dem pirsgirêka ji merivan re derdixe. Ji bo çareseriya van pirsgirêka tim rêyan dide ber meriv ku divê yekî jê hilbijêre. Û ez bawerim bi van hilbijartinan emê însan bimînin. Çi rêya baş û qenc çi rêya xerab û xelet be. lehengê vê çîrokê gor hurgiliyên bûyera rêyan dide ber xwe û jê yekî dibijêre. Lê her dem pirsnîşanek û valahiyek dimîne di mêjîye me de. Di filmê de Hurgiliyek din bala min gelek kişand, ji yekêmînê sînemaya îranê filma (bnr: gāv) yan bi kurdî "ga" lehengê me yê şanoger bi xwendekarê xwe re temaşe dike. Ev jî silavek li wê bû.



Array. firoşende an bi kurdî û kurmancî firoşkar. Beriya niha çend salan dema derketî min temaşe kiribû, normalî fîlmên tenê carekî min temaşe kirine zêde di bîra min de namînin lê bi awayeke ecêb ev fîlm di bîra min de terr û teze maye. bandora perperîkê ya daxwazên lîbîdal yên kalemêrekî li ser malbatekî û livlivandina kurmên gumanê di hişê ciwanmêrekî li hemberî jinekî, şaşî û şaştêgihiştinek çawa dikare bi awayeke trajîk kar li ser jiyana çend mirovên hay ji hev tune bike, çîrok û sînematografiyek baş û hêjayî dîtinê.






  • the salesman0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81.7
(imdb: 7.7)
pûanê bide fîlmê: