20
Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)
biruya hayao miyazaki (2020.05.28)
Keseke nenas polîsekê û serokê mafyayekî dikuje, Tang Yi (Chris Wu)yî jî birîndar dike. Bi mirina serokê mafyayê Tang Yi dibe serokê nû. Ji ber hin sebebên taybetî mifetiş Meng Shao Fei (Jack Hsu) bawer dike ku Tang Yi berpirsyarê vê bûyerê ye û çar salan li dû wî dikeve da ku delîlekê bi dest bixe û wî têxe girtîgehê. Li hêla din Tang Yi jî li pey wê bûyerê ye û dixwaze bi ya xwe edaletê bîne cih. Lê piştî çend bûyerên tesaduf ev polîs û serokê mafyayê nêzî hev dibin û têkiliya wan ji çarçoveya sûckirin û revê derdikeve û vediguhere pileya hîsyariyekê ber bi evîndariyê.
. (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin)
rêzefîlm ji 20 beşan pêk tê. hin ji wan ancax 15 dq ne. di navbera tarîxên 04-16-2019 û 06-12-2019an de hatiye weşandin. cureya wê yaoi (bl/boys' love) ye. dilê polîsek dikeve serokê mafyayekê. hin beşên piştî 10an, ji hêla polîsiyeyê ve gelek serkeftî bûn, aksîyon kelecanî dida mirov. lê meseleya senarîst ne ev cure ye, romantîzm e. loma heta ji destê wî/wê hatiye, polîs daye ber guleyan bo serokê mafyayê û wî rebenî jî kiriye girî. ew digirî, em bi wî re digirîn. Tang Yi ku seme ye, ji hêla rind û xweşiyê ve çiqas bûye mînaka rêjeya zêrîn a leonardo da vinci, Meng Shao Feiyê guhpel û çavbelok ê ku uke ye, hewqas dijmînaka vê formula matematîkê ye. û êdî kêfa min pir ji vê pevrebûna xweşî-nexweşiyê tê. ev taywaniyan çima vê dijîtiyê wekî nêrîna bedewiyê bi kar tînin, nizanim, lê êdî çavê min jî hîn bû. êdî bi rehetî dikarim bibêjim, law serpehatiyeke romantîk ma ne heqê kesên "nebedew" e jî? ma li ser rûyê erdê tenê yên xweş û bedew û ciwan aşiqê xelkê dibin û tiştên xweş û baş dijîn! xwedê qedera wan nexweşikan bide yên mayî. asdfgh
rêzefîlm di viki.comê de 9.7 (6177 kes) puan standiye. ji ber ku di vê bazarê de nû me, nikarim şîroveyeke bêalî li ser vê puanê bikim. lê bi min di nav rêzefîlmên dinyayê yên hevcûre de 75 puanê heq dike. Ji ber ku lîstikvaniya lehengan baş bû ji xêncî sehneyên hevmaçîkirinê. ji ber ku di van sehneyan de yekî maçî dike, yê din çavê xwe bel dike mîna pûtan disekine û berevajiyê wê. senaryo jî, êhh ne xerab bû. mirov dikare lê temaşe bike.
spoilerê veke
|
|