eyes wide shut

 Stanley Kubrick

 Stanley Kubrick Frederic Raphael Arthur Schnitzler

 1999


 îngîlîstan amerîka

 îngîlîzî

 159

 dram nepenî rageşî

  (2020.06.20)

 simurg56 (2020.06.19)

 Bill Harford û jina wî Alice Harford ji derve wek mêr û jinên bextewar xuya dikin. piştî ku tevlî dawetekî dibin û li wir mêrik, tevgerên jina xwe ya bi zilaman re dibîne, karakterê wî diguhere û dikeve pey hestên zayendî.


eyes wide shut - Tirşik

eyes wide shut


. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ceso ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 98. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 7.5)
pûanê bide fîlmê: