the irregulars

 nA

 Tom Bidwell Tom Bidwell Sarah Simmonds

 2021


 îngîlîstan

 îngîlîzî

 0

 tawan-sûc dram fantastîk nepenî

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2021.04.02)

 di serdema londona vîktoryen de, dr.watson ji ber bûyerekê nesiruştî serî li komekê dide bo çareserkirina pirsgirêkê. ji xêncî bûyerên polîsiye yên dersiruştî; têkiliyên navmalbatî, sêwîbûn, hevaltî, hezkirin û evîn di nav beşên rêzefîlmê de tên honandin.


the irregulars - Tirşik

the irregulars


. ji berê de ye ji pastîşan hez dikim. ji aliyê bûyer û honandinê ve ti ferqa supermen û batman tune ye an jî ferqekê mezin di navbera sherlock holmes û arsène lupin tune ye, yekî diz û ê din dedektîf, hew. lê vegotin û sêwirandin, vesazkirina lehenga û bûyeran ji hev vediqetînin û wan ji teqlîdiyê rizgar dikin û bi serê xwe dibin berhemeke cuda, her çiqas hinin jêwergirtin bihewînin jî ku dîsa jî reseniya xwe ava dikin. rêzefîlma the irregulars jî bi min têdikeve nav pastîşan û pîrozkirinê heq dike. ha gelek şerlokiyan bi êrîşekê bêwijdanî ev reben di imdbê de li erdê xistiye lê ev ne îstîsnayeke wê ye; hemû berhemên ku ji sherlock holmesî îlhamê digirin, para xwe ji xezebên şerlokiyan distînin û rûdinin cihê xwe. mixabin ji bo astengkirina vî tiştî divê qanûnek derkeve û şerlokî bitirsin. :/ her wiha. dîsa jî rexneyin min hene, ez nebûm heyranê the irregularsê. di hinin beşan de bi rastî honak temaşevan dikişandin nav xwe wekî ên 3, 4 û 5em. lê di yên mayî de nepenî ya pir hêdî diket berçavan yan jî pir zû, bêyî surprîz. ku di vê cûre rêzefîlman de ev taybetî kêfxweşiya jiyîna honakê dikuje. mîsal peywira dr. watson ji serî heta binî pir xweş hatibû vegotin lê berevajiya wî, ya sherlock holmes tehma devê min xera kir. erê ev rêzefîlm çîroka sherlock holmes venabêje, pênç kes hene û bûyerên ku derûdorên wan diqewimin, di encamê de sherlock holmesî dikişînin nav xwe lê dîsa jî bendewariya min hebû ku s. holmes bi rolekê giran tê de bi cih bibe. lê nebû. di çêkirina lehengan de ti resenî tune ye bi rastî. feqet tê de min ji billy pir hez kir, ya rastî lîstikvanê ku billy niwandiye, jojo macari pir bala min kişand. lêv û çav û birû û hwd pir xweş in lê bi tevahî wekî sûret, xort ne xweş e lê bi gotina pêşiyan keleş e. him jî çi keleşî. lê ev ecibandina min tenê ji hêle estetîkê ve ye, ez ji esmeran hez dikim. temam belkî şansên yên jî hene sadfgfhg. *






  • the irregulars0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 35.5
(imdb: 5.8)
pûanê bide fîlmê: