62547. divê xweşik bin
divê cihê hurmetê zanibin
divê çavên wan rengîn be
divê bejn û bala wan li ser be
divê zanibin xwarinan çêbikin
divê jîr û zana bin
divê di derûdora ku kurtepistan difûre de pesna xesûya xwe bidin
divê qedrê mêrê xwe bizanibin
divê ji dêya xwe bêtir ji xesûya xwe hez bikin
divê malbata xwe nekin mêvan lê malbata mêrî tim taca seran be
divê divê divê divê..
dema min nivîsand jî dilê min xeliya üfffff
têbinî: ji vir sê sal berê meta min ji bo kurê xwe li keçikekê digeriya, rojekê ji min jî pirsî go tu çi difikirî? go qet hevalên te nîn in bo kurê min? (navbera min û meta min pirr baş e em wek heval in lewma serbest dipeyivim) mi go metê çawa tune ye! ma xeleya keçikan rabûye? tu eyb nakî! û mi go tu tiştekî çawa dixwazî? go bila mekteb xwendibe, dirêj be, xweşik be û jîr be.. falan lîsteya jor bi derbekê de jimart (kurê wî ji 1,62 ye, çavên wî hurik û qûna wî jî nêzikê erdê ye)
mi go metê ma ez bi bejn û bala xwe eger keçikeke wisa bibînim çima ji bo kurê te eyar bikim?
got tu kûçik î*
|