133781. en. client
tr. istemci
ew kombers in ku li ser torê ji kombersên rajekaran xizmetê distîne. tevgerên rajegiran ji aliyê rajekaran ve tên diyarkirin. ji ber wê rajekarek çiqas mezin û li ser bazirganiyê be, heqên rajegiran hewqas kêm û sînordar dibin.
min dizanî rajekar çi ye. lê cara pêşîn e min peyva rajegirê bi kar anî. (mastodon/133778) ji aliyê komposîzyonê ve rajekar û rajegir li hev tên. dema min li wîkîferhengê client nivîsand û peyv hat ber min, min yekser pirsî "gelo ev raje çi ye?". ji rajeyê re dibêje xizmet û peyva rêje jî dianiye ber. ditirsim mîna ajal û ol û asa-ya soranî be ku ji aliyê nezanek ve hatiye girtin nav kurmancî bi tirsa peyvên erebî lê yên wergirtî ji xwe tirkî ne.:(
(bnr: rajekar & rajegir)
|