32046. gihayek tehma wê tirşe.
Min dî li jor dinalî , bilbil bi deng û hawar
Min gotê ey Cegerxwîn , çiman te dil birîndar
Go ez ji derdê kurdan dikim hewar û gazî
Wer da ji bo te bêjim ehwalê kurdê xemxwar
Kurdistan pir xweş û geş , ez jê re tim dinalim
Ew asitanê kurde , şêrîne deşt û zinar
Zinar û bax û bostan zeytûn û sêv û hirmê
Hincas û xox û mişmiş bihok û gwîz û hinar
Alûç û tirş û bindeq , behîv û îj û rijik
Şeng û te'ew , belalûk , dirî û şox û çinar
Kevot û benk û benav , maz û guhîj û êrvîst
tirşok û lov û gêzer , gilyaz û xir û qîvar
Gulnaz û çîçeka zer , rîhan û hem qedîfe
Beybûn û nêrgîza reş , xweş yasemîn û gulnar
Tirî çi koxer û reş dirêj û beng û zeytî
Mezrûn û gewr û qerqaş , nayên zanîn bê hejmar
Avîk û werz û şênî , rez û bostan û bexçe
Şebeş , ecûr û qawin , gundor û qet û xîyar
Ava şêrîn û paqij , çem û newal û kanî
Cihok û gol û derya , miskar û ça û robar
Birinc û nok û şolik , têsk û genim , cehê reş
Têtin di çol û deştan , Dara ê kurde , cotar
Ahû , keroşk û rovî pez û dewar û kovî
Wawîk û hirç û gurg û şêr û piling û keftar
Maden çi zîv û zêre , pêtrol û xwê û polad
Hem ces û paxir û aş , hasin û komir û dar
Şahîn û baz hilatin , bûm bûye padîşahek
Bermayê Tirk û Tacîk , talan kir û hemî xwar.
--seydayê cegerxwîn--
|