1. edîtorê wê evdila keskin e. weşanxaneyek herî serkeftî ya kurdî ye. |
|
28.07.2013 02:33 |
arami
|
2. weşanxaneyeke serkeftî û jêhatî ye. li ser ziman û çanda kurdî de gelek berhem çap kirine. kitêbên wan hem ji hêla berg û dîzaynê hem jî çapa wan gelek biqalîte ye. bi taybetî seriya kürt araştırmaları, kitêbên li ser mem û zîn û magna carducia gelek baş in. |
|
28.07.2013 03:43 |
kelemejû
|
3. weşanxaneya bipirestîj ya kurdan e. edîtorê weşanxanê: (bnr: abullah keskin)e |
|
31.07.2013 05:55 |
seydayê_peyvan
|
4. wilo kurdewar in ku Kitêba "zend avestayê" "bi tirkî" chap kirine..... |
|
05.08.2013 23:08 |
rojgar
|
5. ji bo kurdolojiyê PIRTÛKÊ HERÎ girîng çap kirin e û di vê rêya de meşîna xwe berdewam dike. ji bo zend avesta ya kurdî jî dixebitin. ha berÊ tirkî çap kirin e ha BERÊ çapa kurdî weşandÎ ne. ê tevgera hewceye ku bê teqdîR KIRIN EV E KU JI BO KURDÎ DIXEBITIN. *HÊLA DIN TIŞTEKÎ TAYBETIYA WEŞANÊN KURDAN HEYE KU EW JÎ LÎTERATURA KURDA DIXWASIN BIDIN BER ÇAVÊN TIRKA. JI BO KU TIRK JI HÊLA DEWLET, EV EM BÊJIN SED SAL E TÊ XAPANDIN. DÎROK Û WÊJE Û HERÎ WEKÎ DIN LÎTERATURA KURDA NEBIHÎSTINE, NEdîtIne, niZANIN... kî çi bêje JÎ HEWCEYA KU EM XWE BI TIRKÎ BIDIN NASÎN... |
|
12.10.2013 12:58 |
biruya hayao miyazaki
|
6. Wesanxaneya herî pirr ji kurdî pere qezenc dike ye, ji ber ku dikare pirtûkên xwe hebo hebo/perekende jî bifrose û yên wesanxaneyên din ên kurdî jî bifrose. |
|
12.10.2013 13:16 |
dîno
|
7. ku bi vê serkfetinê herin metîs ji bo tirkî çi bê avesta ji bo kurdî ê ew tişt be. |
|
12.10.2013 21:45 |
tivirloismail
|
8. pirtûkên wê zehf buha ne.. |
|
28.06.2014 15:46 |
endazer
|
9. weşanxaneya ku ketiye 25 saliya xwe. li kurdan pîroz be. |
|
27.01.2015 22:28 |
berxweda
|
10. Weşanxaneya ku ciwanmerd kulek transfer kiriye. |
|
28.01.2015 00:24 |
seydayê_peyvan
|
11. ez roja şemiyê çûm cihê wan ê li kolana îstîklalê. dora saet 15:00 bû hatibû girtin, cihê wan li piştê mizgefta hüseyin ağa ye. ji derve min lê nêhirê avahiyê wan avahiyekî 3 qat e wê dîrokî û kevnar e, zahf xweş dixuya. nesîb nebû ku min evdila keskîn bidîta pê re hinek sohbet bikira. |
|
02.09.2015 00:07 |
mîr
|
12. Weşanxaneya dema şaredarîya akdenîza mêrsînê the little Prince wergerand kurmancî û navê we kir şehzadeyê biçûk Weşanxaneyê xwe li erdê xist û got wergera wê berê heye heke we bixwesta em ê bi heqê mesrefê an belaş bidaya wê. |
|
06.12.2015 01:57 |
berxweda
|
13. weşanxaneya ku di van rojan de daxistineke pir baş kiriye ye. ji bo xatira bîst saliya avesta di van rojan de fiyêta hemû pirtûkên wan ji sedî çil erzantir e. mala wan ava. |
|
27.12.2015 23:49 |
kurê xelkê
|
14. weşanxaneya ku navenda wê li stenbolê ye. |
|
28.12.2015 01:46 |
subasi842
|
15. Weşanxaneya ku embara wan ya li Amedê ji aliyê hin kes/kesan ve rastî êrîşê hatiye û di encama şewatê bi gotina edîtorê wê Abdullah Keskîn nêzîkê 4 hezar pirtûkên wan zerer dîtine û nayêne xwendin..Kî çima dixwazê bişewitînê ? |
|
12.06.2016 19:07 ~19:11 |
nan û av
|
16. Di bas nûçe'yê ev nûçeya reş wiha derçûye :BasNûçe - Depoya Weşanên Avestayê ya li navçeya Sûrê duh êvarî saet 22.00’an rastî êrişê hat û depo ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûkan zirar dît. Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçe’yê re axivî û got ku em nizanin kak ê kiriye. Keskin eşkere kir ku gef li wan dihat xwarin û ev yek di mailên wan de hene û wiha berdewam kir: “Heta niha gef li me dixwarin û di mailên me de ev yek heye. Sala 2016'an li navenda Amedê pirtûkên Celadet Alî Bedirxan, Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî şewitandin. “ Edîtorê Avestayê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ji çar aliyan camên depoyê şikandine û molotof avêtine hindurê depoyê û got, “li ser caman wêneyên bergên kitêban hebûn. Em nizanin bê kê kiriye. Em şermezar dikin.” |
|
12.06.2016 20:03 |
azad30
|
|
|
06.01.2018 19:32 |
mîr
|
18. zêde zêde ecêb e avesta ji her qedexekirin û cezayê biqezenc dertê. vê taliyê jî pirtûka wan a kürdistan tarihi hatiye qedexekirin û di medya civakî de gelek kes wek bertek dibêjin heke qedexe be emê jî vê pirtûkê bikirin. mîna teyrê sîmir her carê ji xweliyê xwe radibe. |
|
27.07.2018 00:56 ~01:04 |
tizbîkêş
|
19. piştî mehmet dicle û ciwanmerd kulek, kawa nemir jî ji hûriktirîn weşanxaneyên kurdî, tevlî gewretirîn weşanxaneya kurdî bûye. kitêba wî ya soneyên sewdaserê wê ji nav weşanên avesta derkeve. |
|
07.09.2019 14:58 ~2019.09.17 02:22 |
tizbîkêş
|
20. avesta bûye hêlîn û lîsa kurmancî ya esil. |
|
17.09.2019 02:15 ~02:17 |
nejbîr sîtav
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |