1. li başûrê kurdistanê navê bajar û parêzgehekî ye.. di serdema gotiyan de bajar ava bûye.. û heta niha ji aliyên gelek qewmiyetên wekê moxol û aşûr û tirkmen û ereban ve ji bo cewhera wê ya neftê hatiye vegirtin û dagîrkirin.. di dema seddam de bajar ket ber helmeta terîbê yanî proje û prosesa erebkirdinê û bi ser navê vê helmetê gelek kurdên li kerkûkê ji mal û milkên xwe hatin derxistin û dûr xistin û li şûna wan eşîrên ereban li ser mal û milk û zeviyên kurdan hatin bicihkirin.. sedam bi vê projeyê xwest ku nasname û demografiya şarê kerkûkê ya kurdî û kurdistanî berev erebbûnê ve biguherîne.. piştî ku rejîma beas rûxiya seddam di çala gû de hate girtin û darizandin û daleqandin di sala 2003an de di qanûna esasî ya iraqê de statûya vî bajarî û çend deverên din ên kurdistanî lê derî herêma kurdistanê mayîn bi xem û hêviya madeya 140ê ve hate hiştin.. soran ji vî bajarî re dibêjin kîrkuk jî.. bîrê neftên yên li devera babgurgur yên bi ser vî bajarî ve gelekî meşhûr in.. |
|
19.08.2013 03:01 |
endazer
|
2. xwudê şahid e ku ez hej şerrî nakim. çimkî riya herî xirab ya çareserkirina arîşeyekî ye şerr. lê sîstema dewletê wekê din tu rê li ber me neheliştiye. pêşniyaza ku li ber me danîne ji bo xêr û berjewendiya wan e ku dixwazin kurdan ji kerkûk û deverên din ên kurdistanê derxînin. ev yek nemûmkin e. li ser vê riyê û ji bo vê dozê em tu tiştî ji xwe texsîr nakin û tu carî ji ya xwe nayên xwarê. eger fermana me hemûyan derkeve jî. çimkÎ ez ditirsim ku rojekî kurd werin ser gorra min tif bikinê û bêjin min ''ka te çima kerkûk firote dijmin'' (bnr: mele mistefa barzanî) |
|
19.08.2013 03:08 |
endazer
|
3. 'beh heta kurdek bimawa kerkÛk şarÊ kurdistan e. kerkÛk xakÊ pirozÎ kurda ya.' |
|
23.09.2013 11:59 |
cinorek
|
4. dilê Kurdistanê ye! (by the way, bo çî min natwanim tîpî 'k' girdek binûsim kaka?) |
|
23.09.2013 21:39 |
yurî gagarîn
|
5. weke hemû peyvên din, ev peyv jî tirşikê de nikare bi tîpên girdek were nivîsandin. ji ber ku sîstem hemû herfan otomatîk dike hûrdek. ev yek ji bo hemû ferhengên înteraktîf bûye standartek. |
|
23.09.2013 21:44 |
simurg56
|
6. bajarê ku hîn jî kurd hewl didin bikin beşek ji kurdistanê û dixwazim madeya 140 ji destûra îraqê were cih ta ku rapirsîn çêbibe û têkeve kurdistanê. |
|
02.01.2014 19:24 |
dijber
|
7. gor hilbijartina davîn partiyÊn kurdan 8 kursÎ (temamÎ 12 kursÎ) li kerkÛkÊ girtine. ew serkeftineka mezÎn e. |
|
19.05.2014 19:02 |
kaşanî
|
8. bajarê ku di hilbijartinên dawiyê de baş xuyabû ku Kerkûk kurdistanî ye. |
|
19.05.2014 22:17 |
berxweda
|
9. dilê kurdistanê ye û wê her wek dilê kurdistanê bimîne.. |
|
12.06.2014 15:19 |
endazer
|
10. sÎpan hemo: kerkûk qudsa kurdistanÊ ye |
|
12.06.2014 20:27 |
xendekî
|
11. êdî bajareke kurdistanê ye. ti kes nikare ji kurdan bistÎne. xwedêyo guhê xwe bide dengê kurdan! |
|
12.06.2014 20:30 |
oxir
|
12. gurçika kurdistanê ye jî. |
|
12.06.2014 21:21 |
simurg56
|
13. bajarê ku ne ji bo petrola wê be pênc pere nake. |
|
14.06.2014 11:03 |
kardoxî
|
14. di hilbijartina iraqê ya giştî (30 nîsan 2014) de ji bo Kerkukê 12 parlementer hatin hilbijartin. 2 tirkmen, 2 ereb 8 kurd hatin hilbijartin. Kerkuk kurd e.xilas |
|
14.06.2014 14:08 |
diljan
|
15. bajarê ku kurda ber bi yekitî ve dibe. |
|
14.06.2014 14:46 |
ciwanpiroz
|
16. Brîna Kurdistanê... |
|
14.06.2014 17:09 |
cirano
|
17. ji qelema sîma abxizir nivîseka têrker li ser rewşa niha ya kerkûk tê de; |
|
16.06.2014 02:43 |
endazer
|
18. li gorÎ dengûbehsên ji twitter û ajansên başûrê kurdistanê, li jêr çavdêriya ynkê de 5000 milîsên şîe Û 500 pasdarên artêşa îranê li bajêr bicih bûne û li nava bajêr tevî çek û cebilxaneyeke giran show of strength yanÎ rêûrisma nîşandana hêza xwe li dar xistine. |
|
22.06.2014 22:05 ~2022.01.13 13:14 |
endazer
|
19. (bnr: esaîbî ehlî heq) |
|
24.06.2014 18:33 |
endazer
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |