20. Here lînkê |
|
24.06.2014 18:36 ~2017.04.14 00:00 |
endazer
|
21. di destê kurda de ye. mezeke |
|
25.06.2014 17:11 |
diljan
|
22. Bajarê ku wê ji bo wî dê pir xwîn bê rijandin. Mixabin çiqas pêşbînekî ne xweş be jî rastiyek e. Lîstikên pîs ên selefî û şiîyan ji bo vî bajarî hene. Hovên wek tirk û farisan jî ji bîr nekin. |
|
25.06.2014 23:25 |
ceso
|
23. di çarçoveya madeya 140. a destûra îraqê, parlemena îraqa federal biryar daye ku mal Û milkên ku di serdema seddam de ji kurd û tirkmenan hatibûne standin û li nav erebên ji derve hatine kerkûkê hatibûne belavkirin, li xweyiyên wan ên eslî bên vegerandin, li gorî nûçeyan nêzikê 900 hezar donim erd dikeve ber vê madeyê û ji vî erdê sedî 90 ya kurdan û sedî 10ê mayî Jî ya tirkmena ye.. |
|
26.06.2014 13:20 |
endazer
|
24. bAJARÊ KU ÎRO SEROKÊ KURDISTANÊ mESÛD BARZANÎ ÇUYÊ YE..mESÛD BaRZANÎ DI SERDANA XWE YA ÎRO YA JI BO KERKÛKÊ DE GOTIYE KU EW AMADE YE WEKE PÊŞMERGEYEKÎ ÇEKÊ HILGIRÊ Û LI REX PÊŞMERGEYA ŞER BIKÊ.... |
|
26.06.2014 15:51 |
nan û av
|
25. kurdên başûrê kurdistanê ji ber vî bajarî cara ewil ji hev ketibûn û bi hev ketibûn.. seddam soza otonomiya kurdistanê dabû mele mistefa barzanî û ji bo statûya kerkûkê jî gotibû, nîvî wê di destê otonomiya kurdistanê de be û nîvî wê di destê dewleta îraqê de be, mele mistefa ev yek qebûl nekiribû û gotibû eger ez kerkûkê bidim siba ditirsim ku kurd bên tif bikin tirba min bêjin ka te çima kerkûk firot.. axirê dema ku mele mistefa teklîfa seddam qebûl nake, seddam sala 75ê piştî peymana cezayîrê, dîsa kurdan tê xezebê. kurd li başûrê kurdistanê şikestineke trajîk dixwin, mele mistefa barzanî nexweş dikeve û li amerîkayê di nexweşxaneyekî de emrê xwudê dike, pdk parçe dbe û di serkirdayetiya celal talabanÎ de ynk ava dibe. |
|
26.06.2014 16:54 ~2022.01.13 13:15 |
endazer
|
26. bajarê ku dîsa kurdbûna xwe îspat kiriye ye * |
|
02.02.2015 23:21 ~2016.10.21 16:19 |
berxweda
|
27. bajarê daîşê êrîşî wê kiriye û ji ber wê jî gellek pêşmerge, hêzên ewlehiyê şehîd ketine. |
|
21.10.2016 23:03 ~23:05 |
berxweda
|
28. li gorî vê rewşê daîş êrîş biriye ser xetên kurdan û gellek gund bi dest xistiye. |
|
22.10.2016 00:15 |
berxweda
|
29. bajarê ku rewş aram bûye û nexşeya jor jî hatiye rast kirin. |
|
22.10.2016 16:25 |
berxweda
|
30. kesekî giramî nedaye lê belê, hefta' çû, di medya' civakî ya tirka' de kerkûk ketibû rojevê. ji ber ku kurdî li wê derê dê bibe zimanê fermî û ala' kurda' bê hilgirtin. nûçe: |
|
20.03.2017 18:35 |
biruya hayao miyazaki
|
31. Kerkûk bi her tiştê xwe le xarpêtê tere. Îro (28.04.2017) li kerkûk ala kurdistanê bi fermî hat bilind kirin. |
|
28.03.2017 14:37 |
elaziz izzetpasa camii
|
32. berê li kerkûkê ala kurdî hat bilind kirin û niha jî "Meclîsa Iraqê bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir"iye. li rojhilata navîn tiştên gelekî balkêş diqewimin ku em nabînin. |
|
01.04.2017 21:17 ~21:24 |
biruya hayao miyazaki
|
33. xweziya min bi wan kesên ku wê gava ku bi rêûrismeke fermî alaya rengîn li ser dilê Kurdistanê dihat çikilandin û libakirin amade bûn. bawerim qebra Mele Mistefa wê rojê lê xweştir û firehtir bû. |
|
01.04.2017 22:05 |
endazer
|
34. bajarê ku bû bajarek kurdistanê û çû. êdî kes nikare îtîraz bike. |
|
01.04.2017 23:56 |
simurg56
|
35. kerekî bi navê nîhat li ser medyaya pkkê, dîsa bi argûmantên bêhnpêketî yên wekê neteweya demokratîk û biratiya gelan li dijî wê derketiye ku kerkûk bi kurdistanê ve bê girêdan. kereke din ê bi navê baqî jî ev nivîs li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye. xwudêjêraziyekî jî li jêr lînka ku baqî parve kiriye, nakokiya pkkê fehş kiriye û gotiye pkk dixwaze reqaya ku hema bêje temamê xelkê wê ereb e bi ''kuzey suriye''yê ve girê bide, lê dema mesele tê ser kerkûkê dibêje divê an bi îraqê ve girêdayî bimîne an jî divê xweser be. Here lînkê |
|
14.04.2017 00:08 ~2022.01.13 13:16 |
endazer
|
36. Bajara ku êdi di nav sînora iraqê de ye. |
|
16.10.2017 17:50 ~17:55 |
cûndûllah el-kurdî
|
37. bajarekî iraqê ye. êdî heta hetayê jî nakeve destê kurdan. ew derfeta mûcîzewî reviya. |
|
16.10.2017 19:53 |
simurg56
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |