1. kitêba herî qels ya rênas jiyan. rênas jiyan di nivîs û hevpeyvînên xwe de hingî xweş qala têgiha "tuwalet"ê dike û ji ber van nivîsan min ew kitêb xwend, lê tişta ku ez li hêviyê bûm rênas ji pozê min der anî. rênas bi rastî di teorîkê de xurt e lê ji xêra xwedê re di pratikê de jî xurt bûya. kitêb şano ye. ne naveroka wê saxlem bû ne jî teknîka wê. di paşgotinê de gotineke weke ku ev kitêb teriya xwe bi yên dinyayê re diqusîne kiribûn. |
|
24.08.2013 21:54 ~2021.05.20 18:10 |
înano lo
|
2. pirtûka rênas jîyan e. şano ye. ji du dîkan û ji çar karakteran pêk tê: xwekuj, fikirdar, bixwexweşanî û girîvan. |
|
29.09.2013 14:49 |
takyudin
|
3. Weşanxane: Belkî |
|
17.09.2014 19:40 |
xendekî
|
4. pirtûka nivîskarê serketî û berketî ya Rênas jiyanî ye ku bi lewneya şanoyê hatiye nivîsîn. di derheqê pirtûkê de agahiyên têra xwe baş li jor hatiye nivîsîn lewma ne hewce ye cardî dubare bikim û sergêjiyeke beredayî bikim. |
|
17.09.2014 20:26 |
ferhenga şikestî
|
5. şanoya ku min îro li aznavur sahneyê temaşe kir. lîstik tenê ji devê lehengê bi navê "xwekuj" tê vegotin. lîstikvaniya alan ciwan gelek serkeftî bû liv û tevgerên wî wek derb li meriv bixin diçûn û dihatin. li gor sîroveyên jorê qaşo ev berhema rênas jiyan wek şano nikare bê leystîn! ez ji teoriya şanoyê fêm nakim lê dikarim wek temaşevanek ku gelek şanoyên kurdî temaşe kirî ye bibêjim hew dibû. di tuwaletê de ji hêla şermola performans hatî amadekirin. |
|
28.05.2016 22:21 |
xewnname
|
6. (bnr: şanoya di tuwaletê de) |
|
28.05.2016 22:23 |
xewnname
|
7. Min şanoya vê kitêbê ji vir 5 6 meh berê felan temaşe kiribû li kadikoyê û min gelek ecibandibû.. |
|
29.05.2016 00:26 |
ferhenga şikestî
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |