Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 8 peyam
ferhenga esperanto-kurdî û kurdî-esperanto - tirşik
ferhenga esperanto-kurdî û kurdî-esperanto
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rojanekirin: hejmara peyvan zêde bû;
Esperanto-Kurmancî=807
Kurmancî-Esperanto=1097

ferhenga ku îro weke parçeya beşa ferhengê ya tirşikê dest bi weşanê kiriye.
esperanto zimanek çêkirî ye. di nav zimanên çêkirî de, zimanê herî popûler e û têra xwe kevin e.
bi vî zimanî stran, pirtûk û fîlm jî hatine kişandin. heta hinek mirov hene ku zimanê wan yên dayikê, ev ziman e.
armanca zimên ew e ku bibe zimanê navnetewî. tenê ji 16 qeydeyan pêk tê û hînbûna wê hêsan e.


biruya hayao miyazaki, heta niha bi qasê 750 peyv, ji vî zimanî wergerand kurmancî. ev ferheng, yekemîn ferhenga esperanto-kurmancî ye tabî. em gelek spasî lê dikin û berdewamiya vî karî jê hêvî dikin.
Here lînkê


peyv ji vir jî dikarin werin dîtin; Here lînkê



18.12.2017 21:15 ~2017.12.20 19:18 | simurg56

2. simurg56 gotiye "yekem e", lê belê dema wergerandinê min lê werqilî ku di wîkîferhengê de qasî 400 heb peyvê esperanto(yî) hatiye wergerandin. ê me nehatiye dizîn, hay ji xwe hebin * lê hêla pirbûnê ve yê tirşikê yê herî mezin e. * ji bo şerefa zamenhofa tago ya 15 berfanbarê tê pîrozkirin, min dest bi vê xebatê kiribû.



18.12.2017 23:04 ~23:28 | biruya hayao miyazaki

3. ji bo kurdî-esperanto qasî 1250 peyv dê were barkirin. di carekê de min xwe kuşt berda. ha bi ya min ferhengên bê mînak nîv-ferheng in lê ji bo niha ev ji destên min hat. * a bi xêr.



20.12.2017 15:35 | biruya hayao miyazaki

4. ferhenga ku bi lêzêdekirinên îro hejmara giştî ya peyvan bû nêzikî 2.000.
Esperanto-Kurmancî = 807
Kurmancî-Esperanto = 1097



20.12.2017 19:19 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga kurdî ya tdkê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv tirsik zimanpeyv tirsik zimanpeyv tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî