1. Fîlmé ku hema bêje di her sahneyê de xwedî sîmetriyeke balkêş e. |
|
20.10.2018 22:36 |
gumgumok
|
2. Fîlma herî rengîn a wes anderson e. Fîlm li görlitzê fabrîkayekî kevin de piştî restorasyonê hatiye kêşandin. Dema ez li almanyayê bûm ez û hevalekî îspanyol ji dresdenê em ê biçûna li vir ji bo ku otêlê bibînin lê şûnde em çûne wroclawê li ba hevalekî dî. |
|
21.10.2018 05:27 |
xelîl
|
3. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. |
|
09.03.2020 22:09 ~2020.05.16 21:05 |
simurg56
|
4. yekemîn berhema wes anderson e ku min temaşe kir. fîlmên wî yên din nizanim lê ev fîlm tiştekî ecêb bû. wek li jor j hatiye gotin, tê de sîmetrîyek di asta dînatîyê de, heye. hema bêje di hemû sahneyan de kamera nav di navê de ye û dekor jî sîmetrîk e. loma her sahneya fîlmê, wek posterekî ye. |
|
25.04.2020 08:39 |
simurg56
|
5. cara ewil dixwazim viya bipirsim: ma law dem zivistan e, lê hemû leheng kincên tenik li xwe kirine, ma ji bo xwedê dinya ji wan re ne sar e? * di nav çîrokê de parçeya herî sade -feqet tije dram- a zero mustafa bû, li ber agathayê ketim. nelet li hemûn şewban bê, şewba prûsyayê tê de. * min pir meraq kir gelo ew pinoka ser rûyê agathayê pinokeke jidayîkbûnê bû yan jî şûna birînekê bû. bawer im di fîlmê de nehat gotin lê heke derbas bûyîbe jkx binivîsnin. min 90 puan da. ev jî postera fîlmê ya kurdî ye. Here lînkê |
|
02.05.2020 15:11 ~15:15 |
biruya hayao miyazaki
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |