Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
-e - tirşik
-e
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko li devereka dî jî hebe lê haya min hew ji van heye. dema piştî cînavên ev, ew, van, wanê navdêrek tê ev paşgire bi wê navdêrê ve dibe. ev taybetmendîye di soranîyê de jî heye û ne devokî ye berbelav û standard e. lê li hinek deveran -a ye ji ber ko hin devokên soranî e-yên dawîyê "a" dixwînin (tevî ko dîsa jî "e" dinivîsin.). hin deverên kurmancîpeyiv jî wilo ne (nisêbîn, midyad, kerboran, hezex), lê tevî ko qosar ne di nav van de ye, ew jî vê paşgirê "a" dixwînin. û bikaranîna wê li qosarê gorî badînan gelek berbelavtir e. çend mînak:

kurmancîya standard: ev mal
qosar: ev mala
badînan: ev male
soranî: em małe/mała

kurmancîya standard: van pênûsan
qosar: van pênûsana
badînan: van pênûsa (mebesta min ji berbelavtirbûnê ev bû, li badînan vê paşgirê di rewşên pirjimar de bi kar nayînin)
soranî: em pênûsane/pênûsana

heta li qosarê armanca vê paşgirê hingî berbelav bûye êdî li derveyî warê bikaranîna xwe jî bi kar tê. bo wêne "vê" û "wê" bûne "veya/vîya" û "weya/wîya", "van" û "wan" bûne "vana" û "wana". wekî wun dibînin di kurmancîya standard de zayenda "vê" û "wê"yê ne dîyar e lê di devoka qosarê de "veya, weya" mê ne "vîya, wîya" nêr in.

çend hevok bi devoka qosarê:
ew sola a te yi. (ew pêlav ya te ye.)
ev xanîyana giş xerakirî ni. (ev xanî hemî xerakirî ne.)
ez ê wan mirîşkana bifiroşim. (ez ê wan mirîşkan bifiroşim.)



25 roj berê 10:03 ~10:07 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [1]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
mêr çi dixwazin [1]
Em dixwazin daxwaza horhorik were cîh ; bnr; (lînk: https://tirsik.n...
onedio.com [2]
ker di zotika wan û heft bavê wan bigê! çend roj berê li amed û mêrdîn...
dr. obêd gunreş [1]
Bijîşkekî Kurd e. Xwediyê paşnavekî efsanewî ye. (lînk: https:/...
kanalên youtubê ên xwarin û vexwarinê [1]
6-7 sal berê pir pir hindik bûn, hema hema bêje yek jî tune bû. sal bi...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî