1. kovareke nû bi qadroyeke hêja li kurdî zêde dibe.Vaya daxûyaniya wan e çapemaniyê |
|
18.02.2014 15:29 |
tivirloismail
|
2. xweyaye çend xebatkarên vê kovarê di heman demê de xebatkarê kovara hêja wêje û rexnê bûn jî,gorî salixdana ji vê kovarê qetiyane ev heval.îcar ya bixêr. |
|
18.02.2014 15:30 |
tivirloismail
|
3. kovareke nipûnû û ter û teze.. |
|
18.02.2014 17:26 |
endazer
|
4. HIN BRADÊRÊN JI KOVARA wÊje Û rexne QETIYANE Û ÇEND HEVALÊN DIN DANE DERDORA XWE Û HEWL DIDIN KOVAREKE NÛ Û BERFIREHTIR BI NAVÊ zarema DERXIN. qEWTBE JI WAN RE. sERKEFTIN. |
|
19.02.2014 15:55 |
seydayê_peyvan
|
5. di daxwiyaniya kovarê de hevokeke wisa heye ku min fêm nekir dixwazin çi bibêjin: "Hîn kovareke ku ji sedî sed beşên hunerê yên wek wêje, sînema, muzîk, hunera aktuel an jî sosyolîngûîstîkê ji xwe re bike qada xebateke profesyonel nîne." ma ev heval ne di kovara wêje û rexneyê de cî digirtin gelo? Naxwe divê navê kovara Wêje û Rexne yê jibîrnekiribane. Bi ya min tevî kêmasiyên xwe, kovara Wêje û Rexne, kovara pêşî ya kurdan e ku bi giştî li ser teoriya edebiyatê disekine û xwedî bernameyeke aqilaneye. ê heyf be ku neyê çapkirin. di daxwiyaniya kovara zarema de bêhna egoyên şexsî tê bêvila min. min kovara Wêje û Rexne heme bêje %80 xwendiye heya îro. lê hêvîdarim Zarema jî biqasî wê serkeftî be. heya wê derbas jî bike. |
|
01.03.2014 16:41 |
dara
|
6. Kovara wêje û rexne li ser edebiyatê ava bibû,nav jî Wêje bû ne huner û rexne. mixabin dara te xelat xitim kiriye .ji ber vê yekê ev hevok bê wate nîne,em li bendê bin wêjeû rexne siper bû hêvi dikim zarema ji siper be. |
|
01.03.2014 21:45 |
tivirloismail
|
7. min hê jî fêm nekir ku kîjan nivîskar ji ber kîjan sedeman ji kovara wêje û rexneyê veqetiyane? li gora ku min xwend hemû nivîskarên wêje û rexneyê dîsa di vê kovarê de cihên xwe girtîne, nexwe kî ji kê veqetiya? |
|
01.03.2014 23:18 |
ferhenga şikestî
|
8. wêje û rexne qadroayanw an deh kes bûn,pênç kes jê veqetiyan.yên ku veqetiyan,Umran Aran,Birhan yek,Fexriya Adsay,mihemed şarman,bawer rûken.çima ji hev qetiyan ez jî nizan im.belkî bi hevnekirine.lê tişta ku ez dizanim ew kesên ji wan qetiyan bi îhtimaleke mezin nexwastine li ser medya sosyal dev bavijên hev,bêdeng qetiyane û baş kirne.ya balkêş.Di hejmara yekem de nivîsê van pênç kesên veqetayî hebûn yên mayî(Dawit yeşîilmen,bawer beşrev,Ahmed kanî,tahir Tahînha tunebûn.) |
|
02.03.2014 00:45 |
tivirloismail
|
10. ez yên ku di wêje û rexneyê de dixebitin niha, nasnakim. çiqasî zanene çiqasî nezanin nizanim. min navê çendeka ji wan nû bihîstiye. lê sê kesên qoserî jê derketine. em qoserî dixwazin li pêş bisekinin hertim. heyfe ku hêviyek dame û belav bû. travmaya belavbûnê ketiye mêjiyê me de. du kurd têne cem hev du partiyan ava dikin. |
|
02.03.2014 14:07 |
dara
|
11. di kovara di destê min de kadro 12 kes in. ji wan pênc kes veqetiyane. ji bilî pênc kesên ku nivîsandine û jê veqetiyane, nivîsa omer delîkaya û îlyas suvagci jî heye ku a di lijneya weşanê de ne. û dawid yeşîlmen jî hevpeyvîneke qerase kiriye. naxwe nayê wê wateyê ku yên jîr jê veqetiyane û yên din jî têde mane. wek mînak nizanim çawa gotara bawer ruken çapkirine, lê min ê ji ser deh puanan yek puan bidayê. bi awayekî cidî difikirim analîzekê li ser hejmara pêşîn binivîsim niha. heya bidime kovarê jî. heger rexnegir bin berra jî ê çapbikin... |
|
02.03.2014 14:26 |
dara
|
12. (bnr: faxir mamedî) |
|
02.03.2014 16:41 |
endazer
|
13. carinan di veqetandinê de xêr heye. pêşî kovareke hêja valahiya rexneya wêjeya kurdî dagirt. niha jî bawer im valahiya hunerê yê werê dagirtin. bi min ev tiştekî erênî ye. û bi qasî ku min dîtî yên veqetayî û yên mayî di nava xwe de niqaşek dernexistine û jev nexeyidîne. ev tiştekî baş e. bila hinekî din bi pêş de biçin ku nivîskarên her du kovaran nivîsan bişînin kovara din jî. |
|
01.05.2014 00:41 |
serxush
|
14. çend nivîsên pir hêja hene têde. lê xwezî xwe ji hêla dîtbariyê ve neşibandana wêje û rexne yê. |
|
08.05.2014 22:40 |
tujo21
|
15. ser xÊRÊ, HEJMARA EWil ya kovarê derketiye bazarê.. |
|
20.05.2014 23:54 |
endazer
|
16. kovara nû ya kurdî ye ku bi angaşteke mezin derketibû. ji kovara wêje û rexneyê ve cudatiyek pêk aniye ku wê ji xeynî wêje û edebiyatê qala muzîk û huner falan jî bikin neyse bi xêr be min hejmara nû bi dest xist min piçek jî xwend. têde behsa tirşik.netê jî hatiye kirin. bi nivîskarê me yê hêja endezarî re hevpeyvîneke xweş kirine. endezar behsa tirşikê kiriye, bi pirs û bersiv kul û derdên me û armanca tirşikê vegotiye |
|
21.05.2014 08:42 |
ferhenga şikestî
|
17. niha li ber destê min e. kovareke zimanê we pir xweş e. ziman ji sarbûniya rexneyê azad kiriye. kinbeş ji bo ku xwendekar jî tevlÎ dibin bîrbirineke pir delal e. Nivîsa mehmed şarman ya bi navê "emê! tu dikarî di tariyê de jÎ bi tirkÎ biaxivî" hem bi zimanê xwe û hem jî bi peyama xwe nivîseke gelekî balkêş e. |
|
21.05.2014 12:10 |
dil-tesne
|
18. kovara ku min heta niha ji devê du camêran derheqê kêmasiyên redaksiyona wê de rexnenin bihîstine.. min li kovarê nêrî, redaksiyon ji aliyê sê çar kesan ve hatiye kirin dixweye, tabî dema îşên wiha dkeve ser milê sê çar kesan herkes bi hêviya yê dî ve dihêle û îşê xwe baş nake, divê ji bo hejmara xwe ya didoyan camêrekî zimanstandart îstîhdam bikin, wek nav ez karim navê besam mistefa pêşniyarî wan bikim.. * |
|
21.05.2014 19:42 |
endazer
|
19. sedemê ku endazer diyar kiriye bi min hem teşhîs hem jî tedawi ye.yanî hem hem derd hem derma ne. |
|
21.05.2014 23:50 |
tivirloismail
|
20. mijara xwe ye hejmara dûyem wek postkolanyalzim-selforyatalizm diyar kirine.Di vê mijarê de bi tirkî ji çavkanî kêm in ji bo me kurdan ji zor pêwiste îcar quwet be ji wan re. |
|
21.05.2014 23:52 |
tivirloismail
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |