1. êmi min vê gotinê rasterast ji tirkî wergerandiye û wê bikar tînim. gelo hûn çi difikirin? |
|
25.04.2014 14:51 |
mergehez
|
2. belê ew yekser wergera ji tirkî ye. min jî demeka dirêj li piş kola ku tiştekî li şûna vê bikaranînê bibînim, lê ya nêziktira ku min dîtî "li hêla/aliyê din" e. |
|
25.04.2014 22:45 |
fethî ronî
|
3. wergera motamot ya "bu arada" ye û qe li zimanê kurdî naye û ti mana wê bi kurmancî nîne e. mixabin peyvên wilo îro zêde bûne. |
|
14.12.2020 12:43 ~2021.08.09 15:35 |
hueyn
|
4. hemû kurdînûs dibêjin vê navberê, ez jî ji bêçaretiyê bi kar tînim lê hîç ne dirust e. rasterast wergera tirkî ye. bi soranî dibêjin "şitêkî tirîş" û "legel eweşda", divê em ji vana yekê wergerînin kurmancî û bi kar bînin, bi min ev dirusttir e, an jî divê zimanzan lê hûr bibin û tiştekî bibînin. heman kêşe di peyva neyseyê de jî heye. heta em rasterast wê bi kar tînin, ez jî bi kar tînim lê ez çi bikim tiştekî din tune ye. ez jê pir aciz dibim. kesin dibêjin "çi be" lê ev jî rasterast werger e. |
|
22.12.2020 17:22 |
keyomerd
|
5. min di wîkîferhengê de ji bo wê peyvek dît: "û pa" |
|
23.12.2020 23:37 |
keyomerd
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |