1. kurê xwişkê |
|
11.04.2014 22:03 |
nivîskar winda ye
|
2. kur yan jî keça xwîşka mirovan |
|
29.04.2014 20:33 |
jîndar
|
3. ji keça xwuhê (xwişkê) jî xwarzê tê gotin. |
|
29.04.2014 23:08 |
dara berrûyê
|
4. bi behdînî xarza tê gotin. |
|
29.04.2014 23:16 |
dastanekkevin
|
5. peyva buyî sedem ku cudatiya navbeyna xwarzî û xwarzêde bê zanîn. lê hê jî ne tam bawerim ji ber ku min heta niha tu cudahiyeke bi vî rengî ferq nekiriye. |
|
29.04.2014 23:22 |
azadixwaz
|
6. Ew ne peyveke ku zayendê nîşan dide ye. Ew dikare hem keç û hem jî kur be.Birazî jî bi şêweyê ye. |
|
8 roj berê 12:18 |
cinorek
|
7. Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za jî zayînê tê, zayîn nabe zê divêt bibe za. Silav û hurmet.:ddd |
|
8 roj berê 23:56 |
bayê xerbî
|
8. peyva ku awayê wê yê rast xwarzê ye. di kurmancîyê de dema bi navdêr û lêkerekê peyvek tê dariştin lêker bi rayeka dema niha bi navdêrê ve tê pêvekirin. bo wêne; xemrevîn: xem + revandin (rayeka dema niha: -revîn-), êşkuj: êş + kuştin (rayeka dema niha: -kuj-), welatperês: welat + perestin (rayeka dema niha: perês, lê kes bi vî awayî nabêje çimkî perest ji farsîyê ketîye zimanê me), bi heman awayî xwarzê: xweh (awayê kevnar: xwar) + zan (rayeka dema niha: -zê-). lê gelek caran wek xwarzî tê gotin çimkî kurmanc hez nakin "ê" û "y"yê li ber hev bi lêv bikin. loma divêjin xwarzîya min, dîya min hwd. wekî dî awayê xwarza jî yan divê farsî be yan zaraveyekî dî yan jî devokî ye ne standard e, wekî min li mînaka welatperestê got. |
|
7 roj berê 18:04 |
keyomerd
|
9. Eger awayê orîjînal xwarzê be, divê ev peyv jî wiha bin; |
|
7 roj berê 18:32 ~18:33 |
bayê xerbî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |