Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 7 peyam
kîvroşk - tirşik
kîvroşk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. an jî Kerguh, kergoşk, kergo, keroşk, famîleyekî guhandarên gihaxwer ji koma guhandarên dirûvê kergoşkan lagomorpha.



etmiloji : Egera navlêkirina Kerguhê ew, ku guhên wê wek keran û mezin e. Ji ber ku bi guhê xwe dişibe keran jê re keroşk (wek kerî) hatiye gotin.



21.05.2014 16:36 | xwelî li ser

2. li cem me, li cizîrê jê re dibêjin kêvroşk..

tê bîra min dema ez kiçik li malê kêvroşkeke min a kulek hebû, paşê kitikekî heram ew xwar, ji xwe min hej kitikan nedikir ji wê rojê heta îro kengî ez kitikekî bibînim ez ji dûvikê wê re digirim û li bin guhê dîwaran didim, encex bi vî awayî êşa mirina kêvroşka xwe aş û sivik dikim.. *



21.05.2014 19:22 | endazer

3. gelek navên wê hene ku hama bêje di du heb gund ên cîrana hevudu de jî diguhere lê bi ya min xweştir keroşk e



21.05.2014 19:29 | ferhenga şikestî

4. em jê ra dibêjin kivrîşk.
di nav serhedîyan de peyva Tirkî a tavşan jî bela bûye. Ew jî tê bikaranîn.

ez vê heywanê zehv hiz dikim. Min wê rojê du kivrîşk anî berda nav baxçê me. Her sibêzû ez wana nebînim bêna min dernayê.

Ewna jî wek pezan,bişkulan dikin..



25.06.2017 00:16 | bûtîmar

5. (bnr: kevrûşk)



25.06.2017 00:19 | mîr

6. (bnr: kerwêşk)



25.06.2017 02:29 | mindal

7. Li Nisêbînê herî zêde dibêjin kevroşk lê kîvroşk xweştir e li gorî min.

Ajaleke ku xwarina ku kêyfa wan jê re te xelet tê zanin. Ne gizêr e, ya rast: tûerd û xas e.



25.03.2024 14:37 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» kîvroşk

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî