42781. belê rast e dîn ji bo ola îslamê zagon û hukmên sereke û bingehîn e, heta vir tu pirsgirêk tune ye. di qur'anê de ez hê pêrgî rê nîşandana fikirînê ya ji bo mirovan nehatim. bi tenê nêteke pak û paqij heye ku ji bo mirovan pêşniyaz dike û dixwaze. yanî nabêje bavê xwe wisa bifikire û diya xwe weha bifikire û niza hevalê xwe wilo bifikire. niza vêya bifikire lê wêya nefikire falan û bewan. Quran dibêje bifikirin bigerin bipirsin bikolin têgeha 'eşhedû' heye li gorî alimên ku min xwendine di vir de xwedê dixwaze bêje ku bi awayekî jiberkirî yanî ezbere nejîn nebêjin min bawerî anî, bixwînin û bi xwendinê, min mantiqa xwe baweriya xwe ji xwedê û quranê bînin. quran teşwîq dike ku xalidên xwedê bila bifikirin. dema Aristo dibêje bifikirin dibe felsefe û otantîk dibe, lê dema quran dibêje bifikirin vêca jî dibêjin çima tevlî me dibe? |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
42805. mijara aşkere kiriye ku nazim tolhildan ne tewrat,ne incîl ne ji qur'an xwendiye û tiştên ku bêyî bingeh ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin.dibeje tewrat û incilê de makezagon tûne ye.ez pêşniyar dikim ku şûna pê peyvên diyalektîkî an ji arîstoyî hevokên xwe bixemilîne bila herê çav li tewrate bigerine û makezagoniyê bibîne.ez bawerim ku dema tewratê bixwîne û paşre quran’e bixwîne dê bimîne ecêbmayî.Neyse,ev ne mijara ku dirûtî û cudatiya di neqeba quran û tewratê de ye. |
|
09.06.2013 15:19 |
brusk56
|
42855. 1-mijara ku li gori min edî gihîştîye armanca xwe, ji ber ku niqaş û ramanên xweş derketine holê û her kesî li gori xwe fikrên xwe diyar kirine. |
|
08.06.2013 00:32 |
simurg56
|
43065. pirtûka herî vala û feyde ye, ne ti zagon û magon. |
|
07.06.2013 05:01 |
simurg56
|