Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
tîma tirşikê ya li hember pozbilindî û nijadperestî - tirşik
tîma tirşikê ya li hember pozbilindî û nijadperestî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tîma ku gere bi lezîtî bê afirandin.

nijadperestîya kurdîtî û pozbilindîya hinek tirşikvanan êdî nayê kişandin..

ya herro ya merro..



yên ku dixwazin nijadperestî bibînin: (bnr: azerî)



27.06.2014 17:39 | rûbar payîz

2. wekî hinek tirşikvan difikirin ne tîma lÎncê ye.. ev tîma yên di tirşikê de nijadperestî û pozbilindî dikin wê destnîşan bike û îkaz bike..

yanê qene ez bi vÎ hawî difikirim..



27.06.2014 18:00 | rûbar payîz

3. tîmeke beredayî ye. jixwe heke ku mirov nikaribe bi çêr û sixêfan dilê xwe li hinekan rehet bike tahma tirşikê jî namîne. heke ku mirov heman tiştan li malpereke din Û bi zimaneke din binivîse dê ew malper di nav çend rojan de ji aliyê dewletê ve were girtin. xweşiya tirşikê jî ev e ku dewlet hê kurdî-yê nizane *

weka ku min gotî tiştê ku tahmê dide tirşikê ev e. heke ku tahm lê nemîne ezê bixwe biçim li ekşi-yê binivîsim. lewra tiştê ku mirov li wir dinivîse bêhtir deng dide. weke mînak min wê rojê derheqê pêşmerge-yan de û hikûmeta kurdistana başûr de 2 sernivîsan vekir ew her du sernivîs li her derê medyaya civakî ya tirkiyê belav bûn...



27.06.2014 21:04 | oxir

4. tîmeke tirteylo ye û sedema avakirina wê jî bêtir tirteylo ye. zimanê tirşikê hineke tuj be ne tişteke ecêb e, ji ber ku malperên vî awayî wisa ne û weke din jî nivîsên han ne wisa nijadperest in jî. bila her kes gotina xwe bêje, tu kes nikare rê li ber bigire.



28.06.2014 01:54 | azadixwaz

5. tîmekî pêwîst e. divê endamên vêê tîmê herdem şiyar û online bin. kengê dema dîtin ku yekî pozbilindiyê dike, ji nişka ve mûdaxile bikin.

tabê me jî dixwest bi gaza îsotan mûdaxile bikin lê mixabin di tirşikê de ev ne pêkan e. lewma dikarin bi reşşikan êriş bibin ser *



28.06.2014 13:41 | brusk56

6. tÎmekî bi heneka hatibÛ ava kirin. lê tirşikvanên me yên hêja piranî ji heneka jî fahm nakin me wîya fahm kir *

armanca ava kirina vê timê xeyalî ji bo bal kişandina hinek tirşikvanên di bin navê welatparêzî nijadperestî dikirin bû..

ez hêvîdar bûm ku tirşik tu car nebe cÎhê pozbilindîyê Û nijadperestÎyê wek ekşi, uludağ û hwd.. lê ez dibînim ku hinek tirşikvan van hêvÎyên min vala derdixe.. li hember nijadperestÎ û dagirkerî ew jÎ wiha tev digerin.. biryara wan e, ez nikarim tiştek bêjim..

slav Û rêz *



28.06.2014 14:05 | rûbar payîz

7. tîma ku heke çêbibe dê ji sempatîzanên pkkê pêk bê *



16.04.2015 15:17 | vêca çiyeeee

8. ew tîm e ku tê yazdeh meh hene ne bi çavekî, bi çar çavan çavlirê me ku ava bibe û li nijadperestên tirşikê bê xezebê! ma çi bûûû gidîî ma hûn hê jî yazdeh kes nedîtin ku vê tîmê ava bikin û devê me ji hev vekirî bihêlin û zimanê me qut bikin? ez nemînim nemînim nemînim ya hû*



16.04.2015 18:40 | ferhenga şikestî

9. tîma ku êdî ne bi henekan, divê rastî jî bê afirandin.. hinek tirşikvan ji nijadperestî û pozbilindiya xwe fedî nakin û tew henekê xwe bi vî hawayê xwe û vê tîmê dikin..! êdî endamên vê tîmê divê hêdî hêdî kom bibin û dest bi xebatên xwe bikin.. zimanê hinekan pir dirêj bûye û li benda qutkirinê ye..

(bnr: endamên tîma tirşikê ya li hember pozbilindî û nijadperestî)



(bnr: krîterên endamtiya tîma tirşikê ya li hember pozbilindî û nijadperestî)



---------- spoiler --------



esasên xebatan:



1- tirşik ne cîhê pozbilind û nijadperestan e, ji ber vê yekê endamên vê tîme wexta peyamên ku tê de xerabiyên ku li jor hatiye ziman heye bibîne; wê bi peyamên xwe nivîskar rexne bikin û rezîlî 'alemê bikin..



2- endamên tîme kesên ku pozbilindî û nijadperestî dike wê zexm bike û têxe lîsteya reş..



3- her roja 15mina mehan kesên ku lîsteya reş de wê ji alî tîmê bên revandin û tîm videoya di jêr de wê bi zorê bi wan ve temaşe kirin bidin..

Here lînkê



4- jixwe piştî van buyeran tu kes wê nikaribe nijadperestî û pozbilindî bike.. *



---------- spoiler --------



16.04.2015 20:51 ~21:58 | rûbar payîz

10. ez jî qatilmîşî birêz rûbar payîz dibim

de haaa hûn li kû man gidî gidiyanoo*



16.04.2015 20:53 | ferhenga şikestî

11. tîma ku ez dixwazim di lîsteya wan ya reş de piştî endazer bibim.serok endazer e *



(bnr: bijî serok endazer)



16.04.2015 21:39 | vêca çiyeeee

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» tîma favorî ya nivîskarên tirşikê ji lîga seria a'yê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» nijadperestî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî