1. navê berê ya serhed neçîrvan e. |
|
04.07.2014 18:12 |
simurg56
|
2. wek îro hatiye nivîsîn di dihayê de ew camêr him nivîskarê (bnr: tirşik)ê ye him jî (bnr: moderator)ê wê ye. min nedizanî. |
|
01.01.2016 17:27 |
wiha wilo wisa
|
3. Her çiqas em li facebookê de hevalên hev bin jî mixabin me hîn hevidu nedîtiye. Îro nivîskariya xwe ya di tirşikê de eşkere kirîye. Di vê deklerasyonê de behsa armanca tirşikê, çend nivîskarên jîr.. kirîye. Ji bo xebatên wî yên di tirşikê de ez wî pîroz dikim. Ber çavê min, karkeriya zimên ji dereqeya şervaniya welêt ne kêmtir e. Mala wî û hevalên wî yên ji bo tirşikê hewl didin ava be ! |
|
01.01.2016 19:19 |
arya jîyanda
|
4. nivîskarê tirşikê ye û ez ne şaş bim bi navê ferhenga şikestî di tirşikê de dinivîse* |
|
01.01.2016 19:27 |
ferhenga şikestî
|
5. Di entrya xwe ya li ser (bnr: serhat avcı) de (li ser xwe nivîsiye) gotiye: ez ne şaş bim bi navê (bnr: ferhenga şikestî) di tirşikê de dinivîse*. Were xuya ye ku ji aliyê (bnr: mîzah)ê jî pêşveçûye. |
|
01.01.2016 19:36 ~19:38 |
arya jîyanda
|
6. bi nûçeya DİHAyê ya îro, em hîn bûn bê ka tirşik ji hêla kîjan peyvpêjî ve tê pijandin... |
|
01.01.2016 20:01 |
pîrêmerd
|
7. ew kes ez bi xwe me, haya we ji we hebe wedît ku gotin moderator û xweyê tirşikê ewe dîsa dibêjim dîkê vî sergoyî ezim we fehmkir? * |
|
02.01.2016 01:44 |
shorbevan
|
8. damezrînerê ferhenga tirşikê ye, an jî yek ji damezrînerê wê ye. |
|
02.01.2016 02:00 |
subasi842
|
9. Elegezxanê mijara simbêlê serhat avci vekiriye ez jî bidomînim. Modela rih û simbêlê serhat avcî pir demode ye ne heddê min e lê ezê bêjim, bila biguhere, bila here quaforê li qetelogan binêre ji xwe re modelek nû bibîne. |
|
03.01.2016 06:08 |
kevçiyê dil
|
10. min pêşniyaza kevçiyê dilê ji vî zilamî re ragihand, got ku; kêngî nêt bikim û simbêlên xwe di quaforê de çê bikim, ew simbêlên min dilewitînin, nizanin li gorî dilê min jê bikin loma dema ji quaforê derdikevim, dikevim depresyonê* |
|
03.01.2016 13:08 |
ferhenga şikestî
|
11. derket holê ku ne ferheng-a şikestî ye, ferheng-ê şikestî ye. |
|
03.01.2016 20:42 |
kezebmonitor
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |