1. stranbêjeke tirk e van çend salên dawîn di nav ciwanan de zehf popûler e (li gorî lêkolîn û lêgerînên xwe yên li ser înternetê dibêjim, nû cara ewil îro ji bo mereqa xwe pê têr bikim min guhdarî çend stranên wî kirin).. li ser înternetê derheqê ahmed hulusî de ez derketibûm nêçîrê.. çi bibînim meger ev camêr jî yek ji şagirdên ahmed hulusî ye.. li ser youtubeê min darî vîdeoyeka wî kir, şitexaliya wî, mîmîkên wî eyn wek yên mustafa sarıgül in.. ya rebbî ma mustafa sarıgülek ne bes bû li min negire lê mustafa cecelî ji çi re ye?! |
|
16.09.2014 01:55 |
endazer
|
2. mûzîkjeneke popa tirkî ye ku bi ya min di van salên dawîn de, yek ji popçiyên serkeftî ye. li popê guhdar nakim, li cecelî jî guhdar nakim lê bi qasê ku ji hawirdor dibihîsim û ji neçarî guhdar dikim, ji yên din çêtir e. |
|
16.09.2014 12:52 |
simurg56
|
3. di binê wî de ferrariyeke spî heye û ji sibehê heya êvarê bi qasî ku min seh kirin şîretên misilmaniyê dide xelkê, tam şellafê desthilatdariyê ye, camêr cihê nên dizane loma ji xwe re wargehekî ewle zeft kiriye ku dê pişta wî neyête xwarê.. |
|
02.01.2017 13:17 |
ferhenga şikestî
|
4. Yek ji îslamistên xof û pûç yên sîyasal e. Demekî bi Mickey Mouse ( A.D.) re "taqilmiş" dikir lê bawer im wexta Mickey tasfîye bû ew ji pê re çû. Ya bi xêr.. |
|
02.01.2017 15:37 |
komara parîsê
|
5. jê re dibêjin hunermend. wisa dibêjin. |
|
02.01.2017 23:13 |
bûtîmar
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |