1. kêmasiyeke mezin e.. serê ewil kêmasiya kurdên zaza ye, çawane heta niha nekarîne hêz û qewet û derfetên xwe bigihînin hev û ji xwe re kanalekÎ bi ziman û zaravayê zazakî weşanê dike damezrÎnin.. û biçekî jî eyb û kêmasiya pkkê ye ku jê re tevgera azadîxwaz a kurd jî dibêjin.. ji bo êzidiyan bi navê çira tv, ji bo rojavayê kurdistanê bi navê ronahÎ tv, ji bo soranî û başûr û rojhilatê kurdistanê, newroz tv heye, lê ji bo kurdên zaza nekarîne kanalekî vekin.. |
|
17.09.2014 23:33 |
endazer
|
2. kêmasiyeke gelek gelek zêde ye, lê pirsgirêk ne tenê ew e ku tu damezirînî, piştî ku te damezirand tu ye çawa xebatê bikî? ji bo kurmancî em dikarin bêjin ku kêm zêde kurmanc hene bi qasî ku bikaribim xebatên weşanê bikin lê bi zazakî? hama bêje qe nîn e, ez bixwe zaza me û ji hêne me lê dikarim sond bixwim ku dema kanaleke zazakî bê damezirandin dê temamî hênê bi tenê wê kanalê temaşe bikin.. |
|
18.09.2014 00:33 |
ferhenga şikestî
|
3. Bi zazakî helbest jî roman jî hîkaye jî hene. kovar û rojname jî hene. li gor min êdî behane nemaye. televîzyonekî kulturî şert e. |
|
18.09.2014 23:25 |
kurdane
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |