Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 30 peyam
tolerans - tirşik
tolerans
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berî ku meriv li hember rewşeke neyînî betekekê pêk bîne, bêjingkirina hêman û mercên bûyerê di bêjinga hiş û mêjî de ye ku ev yek rewşê ber bi pozîtîfbûnê ve dibe. wateyeke din; divê meriv tiştê derveyî xwe bi rengê ku lê ye divê bipejirîne û wisa qebûl bike û fehmkirina reng û şekl û şêweyê wî tiştî bi empatiyek xweş e. lewre hew bi vê yekê çareseriyke maqûl û lihev pêk tê. kurdiya wê fehmekarî ye. bi gotineke din xweşbînî ye. tolerans gotineke fransizî ye ku ji zimanê fransizî ketiye zimanê tirkî û ji wir jî ketiye zimanê kurdî. ji kesê ku bi fehmekarî û xweşbînî tevdigre re fehma tê gotin. fehmekarî karê mirovên zana ye, yanî meriv dikare ji herkesê fehma re bêje zana lê meriv nikare ji her kesê zana re bêje fehma ji ber vê yekê fehmekarî rewşeke ultra-luks e.



23.09.2014 23:19 | ceso

2. (bnr: xweşdîtin)



24.09.2014 00:49 | dildar geverî

3. tolerekirin û tehemûlkirin û xweragirtina li hemberî tiştekî an kesekî an bûyer û diyardeyekî nexweş..



24.09.2014 02:24 | endazer

4. di dinê de yek ji wan xweştirîn têgeh e ku wek têgehên din ên xweştirîn em kurd jê bêpar in mixabin, ne tenê em kurd, ji bo rojavayî edet e lê ji bo me rojhilata navînê qebhet e..

di siyaseta tirkiyeyê de tolerans û xweragirtin ji ber bandora kemalîzmê tune bû, ne tenê tirkên kemalîst, di heman demê de hemû mirovên raman cuda û nijad cuda di hember û dijî ramaneke, nijadeke, dîn û ol û mezbeheke cuda de xweyiyê toleransê nebû, mixabin dezanformasyon, bandor û çapemenî û teqemeniya vê dewletê rê li ber toleransê girt ku her çendîn nijad û raman û sekin û helwesta me ya jiyan û siyasetê ji tirkan cuda be jî rê û rêbazên me yên refleksê heman in.



24.09.2014 21:49 | ferhenga şikestî

5. mirovên bervihêr xwedî tolaransê ku di nav gel de yên bêtolerans re feraset kem jî dibêjin..

merivek feraset kem e..



12.10.2014 20:25 | havka

6. ji bo bihêzbûna bakterî û vîrûsan ya ji bo dermanan jî, tê gotin.

carina ji bo bakteriyek antibiyotîkek tê bikaranîn û ew bakterî dimirin lê di demek dirêj de hêdî hêdî ev bakterî hînî vê dermanê dibin/xwe diguherînin û êdî bi vê dermanê namirin.

ji bo yekê re tolerans jî tê gotin.



12.10.2014 22:37 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» tolerans

Kategoriyên mijarê:: tekili zimanpeyv psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî