Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
mehmet atlı - tirşik
mehmet atlı
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. muzîkjen û stranbêjê hêja yê Amedî ye. du albumên wî hene ku navên wan jehr û wenda ne.



15.06.2013 00:25 | azadixwaz

2. rûyê hêvî û ronahiyê ye ji bo siberoja mûzîka kurdî ya modern.. ne tenê bi dengê xwe yê xweş û şîfonî herwiha bi stîla xwe û bi cihdan û qedirandina helbestên şairên kurd ya di stranên xwe de jî gavek du gavan li pêşiya stranbêjên hemta û hempîşeyên xwe ye.. tevî mûzîsyeniya xwe eger ez ne şaş bim li zanîngeha artûklûyê di beşa avahîsazîyê de jî akademîsyen e.. heta niha beşdarî çend aheng û konsertên vî camêrî bûme û bi dilek saf û paqij dikarim bêjim ku performansa wî ya ser sehnê ji ya qeydên stûdyoyê sed qetî xweştir e.. ji albûma xwe ya dawîn ji bo stran pismamo -ku beşek ji helbesteka cegerxwîn e- vîdeo-klîbek ku ji ber dîmenên kurtefîlma derhênerê kurd arîn înan arslan ya bi navê sî û bayê hatiye girtin amade kiriye.. dema mirov darî vê vîdeo-klîbê bike ne mimkun e ku xwe ragire û negirî..



15.06.2013 23:37 | endazer

3. çima mûzîka rêzefîlma trt6ê, cîran cîranê çêkiriye nizanim.

min jê hêvî nedikir lê dîsa jî can e.



22.06.2013 23:34 | simurg56

4. STRANBÊJEKI NÛJEN E Û HER WISA. LI ZANÎNGEHA MARDIN ARTUKLU'YÊ DI BEŞA MÎMARÎYÊ DE HÎNDEKAR E.



EV JÎ cV'YA CAMÊR E:



http://mimarlikfak.artuklu.edu.tr/cv_matli/



22.07.2013 04:16 | seydayê_peyvan

5. malpera wî ya fermî ev e: http://mehmetatli.com/

û mixabin weke malperên piranita hunermendên kurd, bi tirkî ye.



30.08.2013 10:24 | simurg56

6. bi eslê xwe zaza ye û hinek stranên xwe yên bi kurmancî û zazakî wî bi xwe nivîsandine, lê qasê zanim baş bi kurmancî nizane. ji ber wê yekê jî gotinên hin stranên wî hinekî qels bin jî bi deng û şêwaza xwe vê yekê zêde nade hîskirin.



30.08.2013 12:01 | azadixwaz

8. stranbêjê ku ew stranên kevn û kevnare bi şêwazê xwe yê resen ve ji nû ve şîrove û zindî dike ye.



20.12.2013 20:19 | azad zagros

9. (bnr: birîn)



20.01.2014 15:29 | endazer

10. stranbêjêk kurdî yan modernê. ye.dengê wi wek qadifê ye,narîn ê.nav zaza û kurmancan mezin buyê.lewma zazakî jî kurdî jî dizane.carna dengê wi meriv dike melankolî ye. (bnr: dengê dilemin)



03.02.2014 14:22 | maryam

11. helbesta arjen arî a (bnr: "mihemedo") çawa beste kiriye ez ecêb dimênim. coş û kerb hev re didê me.



25.02.2014 23:54 | rêzan

12. li gorî kurtepistên kulîsên fakûlteya mîmariya zanîngeha artukluyê, albûma wî ya sêyê ya solo di rê de ye.. kemal varolê şair ê hemşeriyê wî jî wê rojê li ser hesabê xwe yê facebookê gotibû; min guhdarî çend stranên ji albÛma nû ya memet atlı kir, ya rebbî şikrê te hemdê te ji bo dengê mehmet atlı!



nimûneyek ji albûma nû;



23.04.2014 23:20 | endazer

13. di muzîka kurdî ya nûjen de stranbêje ku ez herî zêde serkeftî dibînim û jê hez dikim e.

(bnr: bê zeman bê ziman)

(bnr: mihemedo)



23.04.2014 23:36 | oxir

14. dibêjin hindik maye ku albûma wî derbiçe lê ev çend meh in hêj tiştek tune ye. em li bendî ne.



23.05.2014 11:27 | kurê xelkê

16. albûma wî ya bi navê birîn derkete çend ro berî.



di vî albÛmê da cara yekem stiraneke tirkî digotiye û wek yên din vî stranî jî pir xweş gotiye. a ji we ra lînka wî



13.06.2014 16:01 | kurê xelkê

17. çend stranên wî yên ji albûma sêyem ya bi navê birÎn ketine ser youtubeê.. ji xwe hêj albûm derneketî kavo û birÎn ketibûn ser youtubeê Û ruşda xwe selimandibûn, van çend rojên dawîn çend stranên dÎ yên ji albûmê yên wekê karanfil eker misin, pêşiya malê, gula ber bîna min, talde jî ketine ser youtubeê.. min guhdarî kir kêfa min ji herdu stranên ewil, karanfil eker misin û pêşiya malê re hat, gula ber bîna min jî ne xirab e lê talde biçekî zêde amator dixweyê û ne gotinên stranê û ne jî mûzîk û melodiya stranê, çênebûye..

mehmet atlı - pêşiya malê;



14.06.2014 05:25 | endazer

18. piştî albûma wî ya sêyem min di ber xwe de go; xwezî bi stranên gelêrî, xwezî bi helbestên arjen arî û heft xwelî li serê stranbêjên ku nedizanin bi kurdî biaxivin û nedizanin gotinên stranan binivîsin..



14.06.2014 05:28 | endazer

19. û ji lînka jêr heçiyê dixwaze dikare sohbeta wî ya li ser açık radyoyê ya bi naim dilmener re guhdarî bike;



14.06.2014 05:32 | endazer

20. mehmet atli ew stranbêjê zaza ye ku jê re bûye adet, her ku di bernameyên %100 kurdî de derdikeve ser dikê di navbera stranan de 10 - 15 deqîqe direqîne tirkî û bi tirkî diaxive û dema yek ji temaşevanan ji ber axaftina wî ya tirkî aciziya xwe tîne ziman, dibêje "ez zazakî çêtir zanim, hûn zazakî fêm nakin loma ez bi tirkî diaxivim." lê di bernameya bîranîna arjen arî de -li navenda çand û hunerê ya cegerxwîn- temaşevanê xwe aciz kiribû gotê "ez zazakî zon" û bi zazakî reqandê û got madem zazakî çêtir zanî zazakî biaxive, ne bi tirkî



14.06.2014 10:53 | kardoxî

21. hevalê min ê büt* nights e, bi dengê xwe şevên min ronî dike sax be. lê bi strana pêşiya malê kenê min aniye, li ber dengê saksafonê dibeje ''qelenê keçika delal 150 bizin e''**



22.06.2014 03:16 | kevçiyê dil

22. mixabin êdî ne wek berê muzîkjeneke pir baş e. albÛma wî ya dawî, birîn, ji bo muzîkjeneke wek mehmet atli hîç ne baş e. û êdî performansên wî yên zindî jî ne baş in.





mînakî ev performansa wî. gerçî ev hebeke baş e li gorî ên din.



05.08.2014 15:09 | kurê xelkê

23. min ji bo albûma wî ya nû gelek tiştên xweş hêvî dikirin, lê hêviyên min di ber min de man.. birîn û kavo ne tê de hema bêje hemû stranên din yên di albûmê de nayên avayê.. piştî jahr û wendayê, birîn ji bo min xeyalşikênek mezin bû.. lê çavê min ji mehmet atli ziwa ye, pişta min jê rast e muhtemelen bi xwe jî ji albûma xwe ya dawîn ne xweş e û di demeke zûtirîn de wê vê şikên û pûçderketina hêvî û xeyalên hejêkirî û guhdarên mûzîka xwe telafî bike..

heta hingî bi selîmo îdare bikin;



01.09.2014 15:22 | endazer

24. ku dengê wî tê guhê min; qedîfe, payiz, Bihar, sor, ba, reqs, hejîr, pinpinîk, kurdî, sazbendî, û hwd hêma têne bîra min. şikur dengê te jî heye ji bo kurdî.



04.09.2014 14:17 | hemdilaarda

25. stranbêjê ku bawer nakim tu kes bikarîbe helbesta "name" ya evdila peşêw qasî wî xweş bisitirîne ye.



13.09.2014 01:49 | berxweda

26. hûnermendê kurd o. hem bi kurmancî, hem zî bi kirmançkî stranên ey(bi kurmancî: wî) estê.



kirmançkî, ''şino nîno'' û ''no çi hal o'' ez her dem goşdarî kena.



kurmancî zî ''lê lê pismamo'' zaf weşik o.



13.09.2014 02:07 | endazyar

27. hunermendo ku bîşew stêrk tv de beşdarî bernameya veroz ya kamer soylemezî bibi, bi deyîranê xo yê weş û bi dimliya xo ya fesih û zelal kila zerrîda mi hewna kerd.



19.09.2014 00:09 | cherkodimili

28. stranbêjê kurd ê dengxweş bi navê 'hepsi diyarbakir' pirtûkek jî nivîsiye, pirtûka wî ji weşanên îletîşîmê derçûye, min hê nekirî lê ez ê ji ber meraqê bikirim û bixwînim. bi rastî jî meraq dikim behsa çi kiriye û çawa kiriye.

wek ji navê wê jî tê dîtin pirtûk bi tirkî ye, jixwe ez ne şaş bim memet atli ji eslê xwe zaza ye û baş bi kurmancî nizane, ew jî trajediya me ya din a kurdan e ku stranbêjên me bi kurdî nizanin û ji xwe re stranan çêdikin, çendîn mehmet atli stranbêjekî serketî be jî divê hînî zimanê xwe jî bûya ji lew eybeke mezin e, ji 15 sal bêhtir hunermendiyê dike, te pere jî qezenç kir ma gelo li te pirr zor hat hînî vî zimanî jî bî? ez nabêm çima bi tirkî nivîsiye lê dîsa jî dilê mariv diêşê û bêhna marivî teng dibe ji ber sersarî û bêxîretiyên kurdên me yên teral û zexel



20.09.2014 13:50 | ferhenga şikestî

29. stranbejê kurdkî yo. hem bi kurmancî hem zî bi kirmanckî stranên ey estê. vengê û (sey îngîlîzan) stîla ey ra ez pir hes kena. gere ke ez her roj tewr kêmî hebêk stranê ey r' goşdarî bikî.



ez en rojan piranî goşdarîyê stranê ''no çi hal'' kena. gore mi ra zî no stran dema nika ra zaf maneno. di no stran de vano ''mergê xortê ma tewş nîyo, newroz nêzdî yo.'' ez piranî zî ser o na hevok de fikirîyena. gelo mergê xortê ma tewş o, yan nîyo? newrozê ma kotî de mendo ?



21.09.2014 01:13 | endazyar

30. xweyê dengeke bêhampa û navek rîto ye. te bide xatrê xwedê camêr qey nedikarî navek din ya sehneyê xwe re bibînîya.



21.09.2014 17:09 | ervah.azad

31. Bi 'eslê xwe ji Erxeniya Diyarbekir e. Diya wî Zaza ye, bavê wî Kurmanc e. Her çiqas pirî stranên wî bi Kurmancî bin jî meyla zimanê wî li ser Zazakî ye. Zêde he'j siyasetê neke jî demeke nêzîkî tevgera Kemal Burkay û PSK'yê bû . Heta strana wî ya perfect a bi navê "Fedî" jî helbesteka Kemal Bûrkay e. Li gel ku dengê wî ewqas xweş e , ew qet neweşik e. Bi Arjen Arî re korelasyoneke bêhempa çêkiriye ("Korelasyon" bi Kurdî çi ye ?:/) . Yanê meriv dibê qey Arjen Arî'yê rehmetî ji bo ku ew bike beste hin helbestên xwe nivîsiye . Hin mînak : "Heyrano", "Mihemedo","Wey Gidî", "Negrî". Em dikarin bêjin xebatên hêja dike ji bo mûzika Kurdî. Albûma wî ya nû 2014'an de derçû. Di vê albûmê de helbesta Mîr Kamûran Bedirxan kiriye stran ku ev stran gelek dilsoj e.



02.03.2015 02:46 | mistefa

32. berê li zanîngeha artukluyê bû dibêjin ku hatiye zanîngeha dîcleyê..



19.04.2015 21:20 | endazer

33. hûnermendekî gelek hêja ye.



beriya 4-5 mehan ji bo merasîma mezûniyeta me, min bi riya telefonê pê re axivî û gazî li mezûniyeta me kir. mirovek nefsbiçûk û dilnizm e. camêr bi kêfxweşî qebûl kir û ji bo pereyê ku dixwaze jî, ji ber ku alê aborî de em ne baş bûn, got "li gor rewşa we, hûn çi bikarin bidin temam e". me got temam û axirê beriya mezûniyetê min got mamoste çi qas em razînin got 1500 bes e. li gor hûnermendek wek wî gelek hindik e.

lê ji ber organîzatorê me yê ker ê ku pereyan top dikir min nekarî hemûyan razînim ser hesaba wî. 200 jê ma kêm. kengê bê bîra min fedîkar dibim.

înşallah sibe û dusibe organîzasyonek din çêbe ez ê bêjim teqez bila ew bê û em ê bi awayekî telafî bikin.



06.11.2015 12:29 | brusk56

34. Hunermendê ku di van rojên dawî de min bi vê strana wî hişê xwe xwariye.



17.08.2016 22:58 | biaqila malê

35. bi navê morî mircan albumek derxistiye. Di nav albumê de 9 stran cîh digre. Bi du zaravayên Kurdî distre. di vê albumê de jî stranên kirmanckî û kurmancî bi hev re hene parve kirine.
stranên ku di albumê de cîh digrin;
gula dil
xatir
morî mircan
pawok
rengesmerê
nêrgiz
vay dunya
zirav
xatir (enstrumantal)



14.06.2020 01:36 | kajav

36. tam kêf e. vê hefte mehdî mutlu bûye mêvanê wî. lê mixabin yek ji wan stranbêjan e ku bi kurdî naaxifin, jin û zarên wî tev ezmantirk in. (bnr: stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin)



07.01.2021 13:20 ~13:25 | ezcan

37. car caran li ser twitterê rastî şîroveyên wî yên derbarê dinya û polîtîkayê têm. şaşbekeloz dimînim.

Here lînkê



07.01.2021 14:07 ~14:07 | wiha wilo wisa

38. Îro li Nisêbînê konsera wî heye. Ha niha li benda vekirina derî ne. Mezenim rewş çi ye* ez bawer im nuwaze be.

Edît: gelllekkkîîîîîî xweşşşşbûûûûûû. Ya herî xweş jîîî dema me govendê lîstinnnn. Xwezî bêtir hûnermendên kurd werin Nisêbînê.



13 roj berê 19:09 ~22:43 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
bahoza tîroîdê [1]
(bnr: thyroid storm)
rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. j...
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet gultekîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî