Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 61 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; şêwira bi zarokan re
peyamên çepikkirî

49269. şêwira ku dema li mala we zaro(çi keç çi kur) hebe tehmeke bêhempa ye û bi ser de jî axaftin bi kurdî be gelek xweş dibe, (tabi min mebest ne ew e ku bêjim kurdî pîroz e û niza çi niza çi..) mesele cuda ye. min bixwe di nava diyalogên zaroyên malbata xwe de dîtiye, seh kiriye. yên me bi pirranî di 6 saliyên xwe de hînî tirkî dibin, bi awayekî çawalêhato dest bi jiyana bi tirkî dikin lewma jî têgihîştinên wan piçek nivco û kêm dibe. hîn nû bi nû fêrî peyvên tirkî dibin û heke wateya peyva hanê tênegihîştibin hawara xwe digihînin te û were vê meseleyê safî bike*

şêwira min û evînê (evîn keça xaltiya min e niha diçe pola yekemîn) li ser fêmnekirina xêzefîlmên tirkan bûbû, bi taybetî jî kayu û pepe.. mînakên ku tên bîra min;



evîn- serhad abê maxfettin çi ye?

ez- yanî te lewitand

-lewitand?

-yanî evîn te min herimand, qirêj kir (evîn ergatîvî nizane mixabin* )

- hii yanî li ser meriv çay dirjê wisa dibe?

-erê evîn eyn wisa

-serhad abê?

-çi bû evîn_

-ji min re xebroşk vedikî?

-evîn şarja min tune ye

-yaw tu jî sabahtan dibêjî şarja min tune ye haa

(hêrs bû çû lê dilê'm sot, çûm û min jê re vekir*



08.06.2013 14:50 | simurg56

49480. ya ku di navbera min û kurê apê min ê 6 salî de derbas bûye. navê wî serdest e.



-serdest(6) ; paşê min got what the fuck abê !



-ez(23) ; kerem ke ?



-serdes(6) ; bêhna goreyên te çima wek ya cipsan e.



-ez(23) ; asdkjabvkjabvlkfblakdjfb !!! error !!!



17.06.2013 21:54 | simurg56