1. Qasî ez dizanim, kesekî ber şêx bûnê 12 heb ilmê de ser di keve, paşî destûrê xwe distîne. Lê bi taybetî di nav kurda de şêx bûn destê hinek malbatan yan jî eşîran de ye, ji bavê heta neviyan wekî mîrat derbas dibe. Ev ne rewşekî rast û rêyekî sahîh e. |
|
14.11.2014 23:52 |
mîr
|
2. exlebê wan ne ku li ser 12 cure ilmê de ser ketine; derûdor mirovan dikin şêx, paşê re ew jî xwe êdî wek şêx dihesibîne. baş e, kêm zêde em dikarin gotinan li ser gotinan xin lê belê gelo ev mişayixtî çi ye? |
|
15.11.2014 04:33 |
zero
|
3. Şêx, şêxitî. Peyva şêx peyveke erebî ye. Wateya şêx: serê eşîrê, axa ye. Heke mirov rastiya vê meselê binêre di îslamê de mertebeya şêxbûnê tune ye. Erê nexwe ji ku hatiye. Li gor çavkaniyên dîrokê cara ewil şêx di dema Selçûkiyan de hatine derxistin. Selçûkî ji bo ku gelên herêmê yên misilman bikin bin destê xwe de û wek ku ew dixwazin rêve bibinşêx derxistine û ev kes di nav gel de belav bûne. Bûne xweyî ax, zevî gund û herwiha alimê wir ê herî payebilind. Bi vî awayî selçûqiyan ew insan kirine bindesrê xwe de û bi hêsanî rêve birine. Piştî selçûqiyan jî ev tişt bi destê desthilatdaran dewam kiriye. Jixwe her demî bi giştî -helbet îstîsnayên vê hene- şêx bûne zilamên dewletê û ji bo dewletan xebitîne. . |
|
15.11.2014 11:30 |
xendekî
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |