1. Fêkiyekî tahma wê dişibe pirteqal a, lê hinekî ji pirteqala tahltir e. |
|
23.11.2014 14:00 |
mîr
|
2. bi îngîlîzî: grapefruit |
|
23.11.2014 21:47 |
simurg56
|
3. (bnr: pirteqala tehl) |
|
24.11.2014 02:44 |
xendekî
|
4. fêkiya ku çend caran min qey got pirteqal e û bi niyeta pirteqalê ve stend. lê dema ku diçim malê jinik ji min re dibêje "kuro gêjo, ev ne pirteqale, ev greyfurte te stendiye". |
|
15.01.2015 11:24 |
nazim tolhildan
|
5. niha yek li ber min e, destê min naçîyê ez bixwim, nizanim çima lê heta tê bîra min keyfa min ji greyfûrtan re nayê, belkî jî tesîra kodên diya min bin ez hij tiştên şirîn dikim, lê hij tiştên tirş û tehl nakim |
|
29.12.2019 20:39 |
xendekî
|
6. Te'ma wê nexweş e. Tirş û tehl e. Kêfa min jê re nayê. Lê ji ber menfîeta wê, dixwazim bixwim. Ez bawerim ev eded, ji dê û xaltîka min derbasî min bûye. |
|
29.12.2019 21:13 |
gumgumok
|
7. mêwa kêfa min ji qeşartina her libê wê re tê. yeko yeko bi kêrê. ji ber qalitê libê wê tehl in nikarim bi wî hawî bixwim. |
|
29.12.2019 22:52 ~23:00 |
berxweda
|
8. Fêkiyeke tehma wê tahl e û rengê wê pirteqalî û carinan rengekî din jî tevlê ye. Bi rastî sed sal jî here lê nagerim lê wexta ku were ber min ez dixwim. |
|
30.12.2019 20:12 |
xabûrî
|
9. Kesê ku bi xwe re nebîne tîvilê wî jêke bixwe bila xo ser tîvilê bike û bixwe wê çaxê xo ta'ma tehl a tîvîlê absorbe dike. |
|
31.12.2019 00:27 |
azad30
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |