Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
diyalîza perîtonê - tirşik
diyalîza perîtonê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cureyek diyalîzkirinê ye. Di vê diyalîzê de meriv bi xwe jî dikare diyalîza xwe li her derê bike. rojê 4-5 caran meriv ava diyalîzê bera hundirê zikê xwe dide û ev av 4-5 saetan di wir de dimîne ku xwînê paqij bike. Dû re ew av tê derxistin û tê avêtin. piştî wê ava nû dîsa bera zikê xwe didin.



Li gorî hemodiyalîzê mirov hefteyê 3 rojan bi saetan li nexweşxneyan namîne û bi qasî wê nabetile. mirov dikare bi ber re bişixule û rakeve jî. lê ji bo vê diyalîzê divê mirov biaqil be û perwerdeya wî/wê hebe. Heke ev tişt tune bin pispor vê diyalîzê pêşniyar nakin. Sedema mezin nexweşketine ku divê ev av bi rêyekê here zikê mirovî lê heke lê miqate nebe dê nexweş bikeve. Wekî din jî heke li xwe xwedî dernekeve û diyalîzên xwe xwe bi xwe neke dê bi halekî ne baş de were nexweşxaneyê, ew jî dibe ku bibe sedema mirina wî



28.11.2014 04:16 | berxweda

2. li gorî hemodîyalîzê fîzyolojîktir e.

lê tabî zêdetir wext dixwaze. lê ev jî heye, nexweşên ku dikevin hemodiyalîzê bi hêsanî nikarin derkevin derveyî bajêr. ji ber ku bi giştî, girêdayî navendeke dîyalîzê ne.

lê di dîyalîza perîtonê de ev problem tune.



ji bo vê diyalîzê divê katatera tenckhoffê li zikê nexweş were bicîkirin. ev katater bi anesteziya lokal piranî li aliyeke navika zikê mirov tê bicîkirin. emeliyata wê bi qasê 30 deqe dom dike lê ji ber ku perîton jî tê vekirin carina êş zehf çêdibe loma hinek anesteziya sedasyonê jî hebe, baştir e.



28.11.2014 19:35 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» diyalîza perîtonê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî