1. helbestek selamo selo ye.
Xelîlo zilamekî bejin zirav û dirêj bû
Cixare di nav lêvan de û qapûtê qetyayî li ser mil bû
Xelîlo li ber serayê dimeşiya û dimeşiya
Gava xelîlo dimeşiya erd dihejiya
Û xelilo dimeşiya dimeşiya lê li şûna xwe vedigeriya
Li gorî hineka xelîlo mît bû
Li gorî hineka xelîlo dîn bû
Lê ez xelîlo baş nas dikim xelîlo tenê xelîlo bû
Gava em diçûn sinemê, me filmê son pêxember temaşe dikir
Xelîlo jî di dikaneke vala de girtî bû
Xelîlo di dikanê de bê cixare bû
Bê livîn bû
Tenê bû
Sar bû
Bê deng bû
Cih lê teng bû
Şev dereng bû
Bê xew bû
Bê êvin bû
Dilê xelîlo bi birîn bû lê xelîlo dîn bû
Min kêleka xwe da kêleka xelîlo û em meşiyan
Min û xelilî gav hejmartin
Yek du sê çar pênc şeş de veger
Kêfa xelîlo li cih bû
Em dimeşiyan dimeşiyan û dimeşiyan
Xelîlo du cara tif dikir û carekê dikenîya
Li gorî hineka ez kurê xelîlo bûm
Li gorî hineka ez kerekî beradayî bûm
Li gorî hineka ez weke xelîlo tiredîn bûm
Li gorî hineka jî min henekê xwe bi xelîlo dikir,û wan jî henekê xwe bi min dikir
Lê haya me ji wan tune bû ez û xelîlo dimeşiyan
Roj havîn bû
Kesê li dora serayê zengîn bûn
Cixarê wan qûnsor bûn
Kumê serê wan bi mor bûn
Xelîlo cira xwe xweş kir
Cixare ji devê yekî kişand
Û min ji destê xelîlo revand
Ez bi kolana ketim
Û xelîlo bi pey min ket
Qapût ji ser mila ket
Xeberek ji nav lêva derket
Yildiz bi ber çavé min ket
Yildiz hîna zarok bû
Ser hişk û por bi gulok bû
Ji xwe razî û pê tazî bû
Ez li yildiz sekinîm
Desté xwe yê bi toz bir ser çavê xwe
Min jî cixara xwe û xelilo bir ber devê xwe
Xelîlo ez hildam û danîm ser serê xwe
Dûvre berê min da berê xwe
Cixare ji destê min kişand
Serê xwe li min hejand
Ez tirsiyam yildiz girîya
Û xelilo keniya
Paşê xwe da min û du carî tif kir
Xelîlo dîn ma
Xelîlo girtî ma
Bê livîn ma
Bi şev bê cixare ma û bê evîn ma
Û ez hina li yildiz digerim
Tenê mam xemgîn mam
Belkî jî dîn mam
Ez jî weke xelîlo bê evin mam
Rojeke zivistanê sar bû
Bavê xelîlo li ser kar bû
Cendekê xelîlo ji dikanê kişandin
Pozê xwe girtin serê xwe hejandin
Xwe ji toza xelîlo dawişandin
Xelîlo li ser erebakê kirin û şandin
Min destê xwe rakir û du cara bang kir
XELÎLO XELÎLO
Bejna xelîlo tewya bû
Ustê xelîlo xelya bû
Belkî jî wê şevé xelîlo giriya bû
Kesekî ji bo xelîlo pora xwe nekişand
Min li pey nerî û destê xwe jê re hejand
Keserek kişand
Û sere xwe tewand
Me xelîlo bê deng şand
Xelîlo dîn bû
Xelîlo tenê bû
Xelîlo sar bû
Bê livîn bû
Bê cixare bû
Û xelîlo bê evîn bû
selamo selo
|