1. lîstikvaneka sînemayê ye. sala 1988an li îzmîrê ji dayîk bûye, bavê wê kurdê ji amedê ye û diya wê jî tirka ji îzmîrê ye. wekê hemû melezên li ser rûyê erdê spehî û levhatî ye. çend roj berê min navê wê di nav nîqaşeke li ser eksisozlukê bihîst, zÎlan xanim di barekî de liqayî lîstikvaneke tirk ê bi navê ahmet nizanim çi tê û di navbera wan de nexweşiyeke devkî çêdibe, ew jî tê û vê nîqaş û nexweşiyê di eksisozlukê de dinivîse, paşê nav û nasnameya wê ya eslî bi awayeke îfşa dibe filan. ya ecêb di ekşiyê de heta ku nasnameya rastî ya zîlan xanimê îfşa nebûyî hema bêje herkesê di ekşiyê de di nîqaşa di navbera wê û lîstikvanê tirk de heq dida zîlan xanimê lê çi gava nasnameya rastî ya zîlan xanimê îfşa bû û derket holê ku kurd e û kurdeke xîretkêş e, pirraniya nivîskarên di ekşiyê de vê carê heq dan lÎstikvanê tirk û berê rexne û heqaretên xwe dan ser zîlan xanimê. |
|
26.12.2014 03:01 |
endazer
|
2. lîstikvana ku bîra min lê tê di fîlmek bi navê sevdaya zor (zor sevda) jî leystibû.lê min nedizanî ku ew kiç ev kiç e.xudan taybetmendiyên ku di keçên delal de heyî ye. |
|
26.12.2014 03:15 |
vêca çiyeeee
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |