1. Peyva ku tê wateya Çiyayê Bawermendan/Evdan e. Tor di Suryankî de tê wateya çiya. Abdîn jî ji peyva ebd (عبد) a erebî tê ku wateya wê bawermend/evd e.. Bi pirranî ji çiyayê bagok û gundê dora wî çiyayî re tê gotin.. |
|
30.12.2014 22:45 |
nan û av
|
2. navê warê suryaniyan e û wek navenda olî û civakî ya suryaniyan tê nasîn. di nav kurdan de weke tora hevêrka tê binavkirin. tor abidîn herêmeke ji çiya pêkhatî ye. ev herêm dikeve navbera mêrdîn, botan û êlihê (batmanê) û midyad jî wekî navenda vê herêmê tê binavkirin. li gor hin kesan niştecihên vê derê bi pirranî suryanî (aramî) bûn, lê em ji nivîsarên eugen prym û albert socin jî fêr dibin ku li herêmê di sedsala 19an de jî bi pirranî kurd dijiyan (bnr: lawija mesîh). heta salên 80î û 90î yên sedsala 20a jî li vê herêmê gundên xirîstiyan hebûn, lê niha piraniya wan derketin derveyî welat. |
|
19.03.2015 01:22 |
remlavêj
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |