Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ji kurdî hez dikim
peyamên çepikkirî

54900. ez jî yek ji wan kesan im ku dema pêrgî hevok an jî stran an jî peyv an jî vegotineke xweş û geş bêm, bêî hemdê dibêjim 'ji kurdî hez dikim'

çendîn zimanê kurdî xweyiyê problemên teknîk be jî, çendîn li ser genetîka wî hatibe lîstin jî, çendîn di bin zilm û zextên zimanê serdestên xwe hatibe jiyabe jî û hatibe talankirin û wêrankirin jî, û çendîn rê li ber herikîna wî ya xwezayî û sirûştî hatibe girtin jî zimanekî xweş e, û dema kurdek dibînim ku bi awayekî herikbar dipeyive xwe bi xwe dibêjim 'bi xwedê kêfa min ji kurdî re tê'



ji bo herkesî/ê zimanê wî/ê çêtir û xweştir e di vî warî de mariv nikare zimanan bide ber hev bê ka kîjan ji wan xweştir û geştir, kîjan ji wan tehltir û tirştir e... lê bes ji bela ku em bi hesreta bihîstin û sehkirine peyva kurdî emr li xwr pûç kirine hingê li gora nijadên din ên azad û serbest bêtir li me xweş tê (ji 'li me' qesta min ew e ku xwedî li zimanê xwe derdikevin) û mafê me jî heye ku em wisa hîs bikin, ne eyb ne fedî...



08.06.2013 14:50 | simurg56