1. peyvek erebî ye ku wekî her kes dizane wate noşî can be ye..her wiha li ba elewiyan gotinek guneh e..dibêjin dema îmam hûsen û alîgirên wî tî û birçî li çolên kerbelayê hat kûştin leşkerên yezîd hember wan av vexwarine û bi hev re gotine afiyet be, afiyet be..ji ber vê yekê peyva ku piştî şîvan, nan xwarin, tişt vexwarin de ev gotin guneh e li ba elewiyan.. cihê afiyet be ye dibêjin helal û xweş be..lê ji ber bajarî bûne û pişaftinê bi tîrkî edî dibêjin afiyet be... |
|
14.01.2015 00:07 |
havka
|
2. peyveke bi eslê xwe bi erebî ye.. ji koka e-f-w tê, wateya wê jî saxlemî ye.. efsaneyeke wekê ya li jor wextê em biçûk li cem me jî hebû, dema em bi talê dileyîstin dêûbavê me gelekî xwe bi me re aciz dikirin digotin dema kafira serê îmam hisên jê kirine pê talê leyîstine.. efsaneyeke bi vî rengî li ser marulê li cem êzidiyan heye, ew jî marulê naxwin, lê nizanim çima û ji ber çi.. |
|
14.01.2015 00:16 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. peyva ku rastnivîsa wê efiyet be dê çêtir be. |
|
08.09.2015 00:17 ~00:18 |
dijber
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |