1. navê straneke koma ferec e; |
|
21.07.2013 20:57 |
simurg56
|
2. heyat, biçek ruhê şirîn ku xwudê ji kehnî û kerema xwe berdaye ser can û cesedê me jîndar û giyaneweran.. |
|
11.04.2014 17:24 |
endazer
|
3. bi piranî ji nav ran û teşkên jinê dizê.. |
|
11.04.2014 17:25 |
endazer
|
4. û navê yek ji xweştirîn û resentirîn stranbêja kurd e.. |
|
11.04.2014 17:27 |
endazer
|
5. naveke kurdî yê unîseks e, yani hem li kuran û hem li keçan tê kirin.. wek; |
|
11.04.2014 17:29 |
endazer
|
6. weke avê ye. çawa masî di nava avê de dijîn lê jê hay nabin, wisa jî mirov di nava jiyînê de ne lêbelê jê hay nabin. piştî ku mirin hingê ji avê derdikevin. lê ji çi re? |
|
02.05.2014 03:13 |
ceso
|
7. jiyan mûcîzeyek mezine, bi çayê xweş dibe, bi evînê carê tarî dibe carê ronahî dibe ji bo mirovekî şensekî pir bi qimete divê mirov qîmetê jiyanê dizanibe |
|
02.05.2014 03:54 |
babrisok
|
8. bila bibore mirin paqijîye. bingeha mirov e, |
|
31.05.2014 08:43 |
azadixwaz
|
9. dema mirov nexweş dikeve û paşê baş dibe ditahmijiyê, xwe lê xweş dike.. dema mirov dil dikeve û pê re mirad û meqsedên wî di dil de dimînin jê sar dibe û bi dûr dikeve.. filan.. |
|
31.05.2014 13:27 |
endazer
|
10. lı profesoré zoolojiyé dıbéjın perperok rojeki tené jiyané dıbinin u paşé dımre.nızanım gelo raste yan neraste :/ |
|
31.05.2014 17:12 |
neteweperver
|
11. stranbejek kurd e. dengewÎ jÎ gelek xweş e. xanimekÎ hejaye. |
|
24.07.2014 00:51 |
mala te ava
|
12. carina diyarîya xwedê ye carina jî cezaya wî. |
|
24.07.2014 01:24 |
simurg56
|
13. rêzeya belgefîlmek e ku trt kurdi diweşîne. bi rastî jî belgefîlmek pir xweş e. her wiha tirkiya vê belgefîlmê ji aliyê tuncel kurtîz ve hatiye zarve kirin. |
|
17.02.2015 11:54 |
aryen
|
14. pir dişibe wê sibehê ku piştî şeva ku tê de şûşeyek şerab hatî vexwarin tê... |
|
29.03.2016 01:33 |
ceso
|
15. Her ku jiyanê û însanan nas dikim bêtir bêedeb dibim. fikrên durû, gotinên kêm'eyar, xweziyên menfîetperest û xweperestiyên xwedêgiravî civakperestî, ehmeqên ku nizanin ehmeq in û olên zingarbûyî, hestên demborî û fanî, faniyên bêdawîxwez û kerên dupê... Eger ku hebe xwedê qira we bîne! |
|
13.04.2016 22:39 |
ceso
|
16. jiyan wisa bi lez bûye ku êdî mirov ji bêsebrî carnan beyî ku hay ji xwe hebe dixwaze weşana zindî ya televizyonan jî pêş ve bidiyê. |
|
26.08.2017 15:31 |
tizbîkêş
|
17. Navê birê min e. Navek xweş e û li wî tê. Bawer nakim ku li min bihata ev nav. * |
|
07.11.2018 20:47 |
xelîl
|
18. tiştekî ecêb e. bi çend sal e, bi qasî emrê min, ez tê da me, wekî ku di girtîgehê da me. pir caran jê aciz bûme. bihar tê, bihar gişt wekhev in. zivistan û payîz û havîn, gişt wekhev in... |
|
15.12.2019 01:38 |
mirovekirind
|
19. Pir xerîb e, zehv bi êş e lê zor xweş e jî.. |
|
13.04.2020 01:05 ~01:23 |
bûtîmar
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |