59326. Helbesteke nadir qazî ye ku ji wê gotina qazî mihemed e ku digot: Du cara du nabe çar, dibe yek. Kurdistan jî wilê ye. Helbesta wî:
Dû Dane Dû
Dû dane dû nabêt be çiwar
We bîrme le mekteba deyan pirsî
Dû dane dû dekate çend?
Hemû têkra deyan nûsî
Dekate çiwar
Keçî emin le hisaba nimrey kemim dehêna we
Dehatime xwar
Ewîş tenya le ber ewey lay min wa bû
Dû dane dû
Debê be yek
Nabê be çiwar
Lay min wa bû
Didan û dû lêw û ziban
Nabin be çiwar
Debin be zar
Be têkrayî deken hawar
Lay min wa bû
Dû dest û dû laqî mirov
Nabin be çiwar
Le leşêk da wa dêne kar
Lay min wa bû
Gerrek, xanû, kolan, şeqam
Nabin be çiwar
Debin be şar
Têyî da dejîn dewlemend û xelkî hejar
Lay min wa bû
Kolke û rîşe, liq û gela
Nabin be çiwar
Debin be dar
Hendêk kurt û hendêk dirêj wekû çinar
Lay min wa bû
Ewîn û dil, ciwanî û pakî
Nabin be çiwar
Debin be yar
Le lay dildar
Ew hemuwe wa dû be dû
debin be yek
Nabin be çiwar
Yekcar zor in
Belam le kwê dêne jimar?
Tenya ewendey dezanim
Eger leşim sed parçe ken
Bimdene jêr gule û regbar
Biçme ser dar
Qisey dilim dête ser zar
Kurdistan her wilatêk e û
Nabê be çiwar
Nadir Qazî
Tablo: komarî mehabad, Qazî Mihemed
Here lînkê
|