1. Li kolan û kuçeyên bajarên mezin, li ser dîwarên avahî û pireyan, nivîsên ku bi boyaxên sprey û neqşên balkêş hatine nivîsîn bala mirov dikşînin. Ne tenê nivîs hin sêmge, sûret û îşaretên ku li gel nivîsan hatine xêzkirin jî hêjayê pesnê ne. Li gelek deveran jî li ser derebe û deriyê dikan û mexezeyan bi tîpên mezin, gilover û bi şikl û şêmal ew nivîs û neqş derdikevin pêşberî mirov. Ew şeweya nivîs û neqşê ku wek grafîtî tê bi navkirin heya salên 1970yan li metropolên cîhanê, weke rêbazeke anarşîzmê û serhildêriyê dihate zanîn û dîtin. Piştî salê 1970yan bi taybetî li Stenbolê, li Tirkiyeyê jî destpê bû ku ew şêwe derkeve pêşberî mirov. Di etîmolojiya Yewnan de peyva grafîtî ji peyva graphein çêbûye ku ew jî tê wateya nivîsandinê, peyva sgraffîto heta roja îroyîn ligel gellek xeletxwendin û guherînan weke peyva grafîtî hatiye û hebûna xwe parastiye. Dîroka hebûna grafîtîyê digihêje destpeka hebûna jiyan an mirovahiyê. Wexta ku mirov bi vî awayî lê dinihêre, li Fransayê di şkeftên Lascaûs de wêneyên mirovên pêşî ku bi kevir û hestiyan xêz kiribûn divê bête bîra mirov. Em tê digihêjin ku mirovên pêşî bi saya hestî û toza rengîn teknîkên weke stencîl û spreyê jî bi kar anîne. Li Pompei piştî lêkolînên şûnwarnasî gellek grafîtî hatine dîtin. Grafîtî xwedî şêwaz, xwegirêdan, lîteratûr û sektora bazirganiyekê ye. Ji serdemên qedîm heta roja îro mirov biçin kî derê ew der guheriye û berhemên hunerî afirandiye. Grafîtî jî ji vê berhemdarî û daxwaza gurhertina jiyanê ya mirovan derketiye holê û pêk hatiye. Di encama daxwaza guherîna jiyanê û berhemdariya hunerê ya mirovan grafîtî derketiye holê. |
|
19.03.2015 21:30 |
remlavêj
|
2. Karekî hêja ye. Hunereke serkeftì ye. |
|
27.09.2017 17:16 |
robar cilo
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |